Li Silêmanî çi qewimî!

În 16 Tîrmeh 2021 - 05:26

  • Axir encama vê aloziyê çi dibe bila bibe, hin pirs li ber YNK’ê ne: Gelo ew ê desteka xwe ji bo Berhem Salih dewam bike yan na? Gelo Lahur Talabanî wê di nava YNK’ê de û li Kurdistanê bimîne yan na? Gelo ew ê tifaqa bi Tevgera Gorran re dewam bike yan na? 

REWŞAN DENIZ

Sêşemê evarê hêzên asayîşê bi ser avahiya saziyên ragihandinê yên ser bi hevserokê YNK’ê Lahur  Şêx Cengî Talabanî de girtin. Ev kanaleke televizyonê ya bi navê iPLUS - hîna dest bi weşanê nekiribû - û malpera nûçeyan Zyan News bûn. Bi vê yekê bi awayekî eşkere derkete holê ku di nava YNK’ê de aloziyeke navxweyî heye. Aliyên vê aloziyê hevserokên YNK’ê Bafil Talabanî û Lahur Talabanî ne. Ji pêncşema bihurî ve li ser mijarê nûçe belav bûn, lê tistekî diyar ji bilî hevdîtinan û girtin û berdana kesên nêzî Lahur Talabanî yên di nava Zanyarî û hêzên dij-terorê de bû. 

Lê sêşema bihurî Esta media - ser bi Bafil Talabanî ye- xwe spart rayedarekî YNK’ê û got, “Kanalên televizyonê û saziyên medyayê yên ku bi pereyên YNK’ê hatine avakirin wê li YNK’ê bên vegerandin.” Zhyan news a ser bi Lahur Talabanî, serdegirtina saziyan weke darbeyeke li dijî Lahur Talabanî bi nav kir. Herçî iPLUS e, wê yekser Bafil Talabani û Qubad Talabanî gunehbar kirin.

Pêncşema hefteya bihurî nûçe belav bûn û li gorî van nûçeyan, Bafil Talabanî hewl dida serokên Zanyarî -îstîxbarata YNK’ê- û hêzên dije-teror ên YNK’ê biguhere. Jixwe bi van nûçeyan re gotegota kirina nezaretê ya serokê Zanyariyê Mihemed Tahsîn û şêwirmendê Lahur Talabanî li Zanyariyê Renc Şêx Elî Talabanî jî belav bûn. Yekşema bihurî gava Bafil Talabanî û birayê wî Qubad serokên nû yên Zanyarî û hêzên dij-terorê eşkere kirin, êdî gotegot jî piştrast bûn. Yanî yên ku beriya wê di van saziyan de nêzî Lahur Talabanî bûn bi vî awayî hatin bêtesîrkirin. Di nava wan ên bêtesîrkirî de birayê Lahur Talabanî Polad Tabanî jî hebû, ku serokê hêzên dije-terorê yên YNK’ê bû. 

Hê nû Sibata par Bafil Talabanî tevî kurapê xwe Lahur Talabanî bûbû hevserokê YNK’ê. Axir dawiya hefteyê gava Bafil li ser medya dîjîtal navê xwe guherand û kir Serokê YNK’ê, êdî mesele jî eşkere bû. Jixwe hema pê re PUK-Media - weşana fermî ya YNK’ê - û ragihandina YNK’ê bi awayekî berfireh, gava behsa Bafil Talabanî kirin, navê wî weke “Serokê  YNK’ê” hildan. Ev jî meseleyê eşkere dike ku Bafil dixwaze bibe yekane serokê YNK’ê. 
Lahur Talabanî bi terzê xwe gelek caran yekser li ber hêz û kesên din ên di nava YNK’ê de radibû. Vê jî ji mêj kiribû ku kesên weke Kosret Resû Elî, Şêx Cafer, Mehmûd Zengawî, Eta Serawî, Mele Bextiyar, Mistafa Çawreş aciz kiribûn. Yanî Lahur Talabanî bi destê xwe dijberê xwe yê niha û heserokê xwe yê berê Bafil xurt kiribû. 

Ji destpêkê ve, yanî ji hefteya bihurî ve, Lahur PDK’ê jî gunehbar dike û dibêje, di “darbeya” li dijî wî de rola PDK’ê jî heye. PDK bi xwe dengê xwe nake. Heta niha fermî li ser mijarê tiştek negotiye. Lahur Talabanî ji bilî PDK’ê hêzên herêmî jî gunehbar kiribûn. 

Lê esas ev guhertina hêzê di nava YNK’ê de dibe ku tesîra mezin li hevgirtina Tevgera Gorran û YNK’ê bike. Ev tifaqa hanê Cotmeha par ji bo hilbijartinên bê yên Iraqê pêk hatibû. tesîra wê wekî din dibe ku serokkomariya Iraqê jî bibe. Berhem Salih beriya niha ji YNK’ê veqetiya bû û partiyeke siyasî damezirandibû. Lê piştî ku Lahur û Bafil pişta wî girtin ji bo serokkomariya Iraqê, wî partiya xwe girt û qebûl kir bibe serokkomarê Iraqê. 

Axir encama vê aloziyê çi dibe bila bibe, hin pirs li ber YNK’ê ne: Gelo ew ê desteka xwe ji bo Berhem Salih dewam bike yan na? Gelo Lahur Talabanî wê di nava YNK’ê de û li Kurdistanê bimîne yan na? Gelo ew ê tifaqa bi Tevgera Gorran re dewam bike yan na? Ev jî wê dinava çend hefteyên pêşiya me de diyar bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.