Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê şer

În 16 Îlon 2022 - 22:30

  • Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê dîsa şer qewimî. Kuştî û birîndar hene. Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî hene. Her du alî hev sûcdar dikin.

Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê dîsa şer qewimî. Kuştî û birîndar hene. Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî hene. Her du alî hev sûcdar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Kirgizîstanê ragihand ku 18 kes rakirine nexweşxaneyê, 4 jê leşker in.

Hat diyarkirin ku li başûrê rojhilatê welêt li herêma Batkenê 4 leşker bi çekê birîndar bûne.

Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Kirgizistanê diyar kir ku li ser xeta sînor şerekî dijwar diqewime, Tacîkistan bi "bombebarankirina xaka Kirgizistanê bi hemû cebilxaneya xwe ya berdest" sûcdar kir. 

Wezareta Rewşa Awarte ya Kirgizîstanê diyar kir ku gelek şêniyên gundên li ser xeta sînor ji herêmê reviyan û diyar kir ku wan sitargeh vekirine.

Ji aliyê din ve Tacîkistan hêzên Kirgizistanê bi gulebarandina baregehên Tacîkistanê yên li ser sînor tawanbar kir. Rayedarên Tacîkistanê hîn bîlançoyek nedane ka li aliyê wan kuştî û birîndar hene yan na.

Par jî her du aliyan de zêdeyî 50 kes miribûn

Ajansa Ria Novostî ya Rûsyayê ragihand ku muhafizekî sînorî yê Tacîkistanê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Kirgizistanê ragihand ku wezîrên derve yên her du welatan ji bo aramkirina rewşê hevdîtin kirine.

Di şerê navbera her du welatan de destpêka hefteyê 2 muhafizên sînor ên Tacîkistanê hatin kuştin û gelek kes ji her du aliyan jî birîndar bûn.

Hema bêje nîvê sînorê 970 kîlometreyî di navbera Tacîkistan û Kirgizistanê de tê nîqaşkirin. Di van salên dawîn de pêvajoya diyarkirina sînor di navbera her du welatên Sowyeta berê de pir hêdî bi pêş ket. Li ser xeta sînor gelek caran dengê çekan ji her du aliyan tê bihîstin.

Di sala 2021’ê de ji ber heman pirsgirêkê di gelek şerê navbera her du aliyan de zêdeyî 50 kes miribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.