Li ser romana nobedarê gulan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Adar 2021 - 00:35

ABDURRAHMAN GOK 
MA/AMED

Mizgîn Ronak bi romana “Nobedarê Gulên Kobanê”*, bişirînekê datîne ser lêvan. Lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye, bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dimîne.

Mizgîn Ronak, romana xwe ya “Nobedarê Gulên Kobanê”, diyarî leheng û cangoriyên Kobanê hemûyan dike. Mizgîn Ronak, di girtîgehê de şev û roj li ber radyo û televizyonê guh li Berxwedana Kobanê bel kiriye û êş, azar, kêfxweşî û serketina vî bajarê ku berxwedaneke dîrokî diyarî cîhanê hemûyî kiriye, ji kezebê hîs kiriye. 

Nivîskar bi nasîna kolanan û bajarê Kobanê jî mirov diheyirîne. Mirov dibêje qey nivîskar, gav bi gav li kolanên Kobanê geriyaye û deriyê her hewşê vekiriye. Xwîner, lehengê romanê yê sereke ji nêz ve nas dikin. Ew dînekî wêrek, berxwedêr e. Nivîskar, bi hostayî ji devê vî dînê pakrewan, kirinên şer kiriye ber lêpirsînê û rastî raxistiye ber çavan. Carinan bişirînekê datîne ser lêvan, lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dihêle: “Dîno nobedarê Kobanê ye, dê çawa biqedînin. Ez nobedarê Kobanê, şivanê nêrgiz, mirîşk û qaza me. Ez bahoza kolanên Kobanê, şêrê Miştenûrê me… Ez difirim, Kobanê difire… Li Kobanê her tişt dikene. Pêlavên hevalan jî dikenin, zikên wan ên birçî jî, toza li ser ser û guhên wan jî…” 
 
Dijmaneyan manedar dike

Mizgîn Ronak, di romanê de têgehên weke germahî-sarbûn, wêrekî-xemgînî, dilşadî, êş, jan, jiyan-mirin, koledarî-azadî digihîjîne wateya xwe. Hest û jîndarî tevan di bîra dilê xwe de dimeyîne û bi hunera peyvan û zimanê hilû diherikîne nava rûpelê romanê:  “Heval dibêjin ‘em bimirin jî ji vir naçin’ û soza xwe pêk tînin û ji cihê xwe nalivin. Piştî teqîn û mirinê, piştî ku tank di ser wan û çeperên wan re derbas dibin jî ew soza xwe pêk tînin. Ez wan dibînim, bibin xwîn û duman jî li ber xwe didin, dikenin, gazî hev dikin, dibin Kurdistan, dibin dinya, dibin beybûn...”

Nobedar ê gulê ye: “Li Kobanê rûmet berxwedan e; naçilmise, çok nade erdê. Loma gul jî naçilmisin. Min toza hemiyan girt…”

Mizgîn Ronak, sala 1973’yan li Amedê hatiye dinyayê. Bi ciwanî tevlî nav refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birrîn. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de dewam kirin. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya Kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. 

* Ji weşanên Sîtav 2018´an derket û 192 rûpel e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.