- BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/GERMIYAN
Hunermendên Germiyanê nebûna hola sînemayê û li Germiyan û Xaneqînê pirsgirêka sînemayê, ji kurtefilima xwe ya bi navê ‘Roja heftem’ re kirin mijar.
Karê çêkirina kurtefilma ‘Roja heftem’ bi dawî bû. Dîmenên kurtefilmê li Xaneqînê hatin girtin. Di kurtefilm de bi Kelhorî tê axaftin. Niha kurtefilm di pêvajoya montajê de ye.
Derhênerê filmê, Bilal Selah e. Serbest Ehmed û Ebas Erkawazî lîstikvanên sereke ne.
Bilal Selah li ser naveroka filmê got, "Qala nebûna hol û li Germiyanê pirsgirêka sînemayê, dike. Em ê di roja cîhanê ya sînemayê de filmê nîşan bidin. Kurtefilm ji peyameke rexneyî pêk tê. Em vê peyamê didin her kesê sînema kirî bazirganî. Li vî welatî dikarin huner û çandê bi pêş bixin, lê bi paş dixin, nekarîne holeke sînemayê ava bikin."