• Du hevalên ciwantiye dîsa gihîştine hev, lê yek ji aliyê hişmendî ve şibiyaye dijminên xwe ya din jî di bin zextên nijadperest de hewl dide xwe biparêze. Ji ber ku wê heyamê kesek reşik û keseke çermê wê spî nikarin di kafeyekê de bi hev re rûnin mecbûr dimînin ku herin odeyeke otelê. 

HÊZIL BOTAN

 

Salên 1920’an in. Li New Yorka Emerîkayê, jinek awirên xwe di bin şepqeya xwe de vedişêre. Lepikên di destên wê de wê ji nêrînên nijadperest diparêzin.

Li dikanan, li sûkê her xwe vedişêre, ne ku ji rengê çermê xwe şerm dike, lê belê nijadperest her dijminiyê li rengê çermê wê dikin. Da ku bêhna xwe vede, xwe diavêje kafeya otelekê. Jineke rengê çermê wê spî lê dinêre û her çavên wê jinê li ser wê ne. Piştî demekê, jina spî ango Clare ber bi Irene ve tê. Jê re dibêje, ez te nas dikim. 

Du hevalên ciwantiye dîsa gihîştine hev, lê yek ji aliyê hişmendî ve şibiyaye dijminên xwe, ya din jî di bin zextên nijadperest de hewl dide xwe biparêze. Ji ber ku wê heyamê keseke reşik û keseke çermê wê spî nikarin di kafeyekê de bi hev re rûnin mecbûr dimînin ku herin odeyeke otelê. 

Rengê trajediyê tarîtir dibe

Rengê trajediyê li vê odeya otelê tarîtir dibe. Clare bi eslê xwe reşik e, lê hevjînê wê dijminê reşikan e û Clare her tim xwe wekî jineke çerm spî daye naskirin. Irene ji vê yekê aciz dibe û diçe. Clare dev ji hevaltiya Irene bernade, her lê dipirse… Bi gotineke din, mirov dikare bêje ku dixwaze li eslê xwe vegere. Ji ber ku ji rastiya xwe dûr ketiye, paşeroj û bibîranînên xwe hemû jî tine hesibandine. Ev yek, demekê dilê Irene dixelîne. 

Li aliyê din, hevjînê Irene jî ji ber nijadperestiya wan ji mirovên spî hez nake. Ji ber vê yekê naxwaze ku hevaltiyeke Irene li gel Clare hebe. 

Dev ji eslê xwe berdaye

Dem derbas dibe… Fikrên hevjînê Irene yên derbarê Clare de diguherin. Heta ewqasî diguherin ku bandoreke zêde li ser jiyana Irene dikin. 

Di hundirê mijara filmê de gelek pirsên ku têkilî hev in, hene. Kesekê ji bo jiyaneke rehet û dewlemend dev ji eslê xwe berdaye. Sînorên wê pirr diyar in. Di nav wê jiyana çêkirî de bextewar e. Ev yek berê rexneyan rasterast dibe ser ´Clare´yê. Piştî hevala xwe dibîne, dixwaze li eslê xwe vegere. Helbet ev yek jî di dilê mirov de deriyekî vedike ku mirov karibe hinekî li hember wê dilbirehm be. 

Rengê çermê xwe vedişêre

Li aliyê din, tevî ku Irene hay ji hebûna xwe heye, dîsa jî dema ku derdikeve derve, hewl dide rengê çermê xwe veşêre. Li gorî wê heyamê dibe ku ev yek were fêmkirin. Dibe ku ji êrişan, gefan û heqaretan aciz bûbe û ev yek kiribe. Lê belê hevjînê wê li gel ku hîletê wî ji spîyan diçe jî, roj tê çermê spî kelecanekê di giyanê wî de peyda dike. 

Bindest dixwazin bişibin serdestên xwe

Frantz Fanon di pirtûka xwe ya ‘Çermên Reş Maskeyên Spî’ de dibêje, gelên bindest dixwazin bişibin serdestên xwe. Yan jî dixwazin bi serdestên xwe re bizewicin ku di nav civakê de bibin xwedî statuyek. Clareyê ev yek kiriye lê belê vê yekê têra wê nekiriye. Dilê wê bi vê yekê rehet nebûye. Her wiha dixwaze di nav gelê xwe de jî bijî û di nav wan de jî were hezkirin. Lê hevjînê Irene, li gel ku mirovekî hişyar e jî nikare xwe ji kelecana çermê spî biparêze. 

Passing, ji romanê hatiye lêanîn

Filma ku ji romana Nella Larsen ya bi heman navî hatiye lêanîn, wekî kurteyeke jiyana nivîskarê bi xwe ye jî. Li gorî rexnegirên sînemayê, di filmê de çîroka romanê baş hatiye hûnandin. Heke mirov berê xwe bide pirsên filmê, mirov bi rehetî dikare bibêje, balê dikişîne ser mijarên girîng. Her wiha çîroka filmê, tiştekî din jî di hişê mirov de ava dike: heke mirov ne di nav bûyer yan jî rewşê de bin, nikarin wê rastiyê bi her aliyî binirxînin. Ji ber vê yekê ye ku temaşevan bi rehetî dikarin karakteran yek bi yek rexne bikin. Lê belê - ji bilî nijadperestan - mirov ji tu karakterên filmê nefret nake. 

Her wiha muzîk û dîmenên filmê jî serketî ne. Di nav çîrokê de muzîkeke wekî çemekî arambexş diherike.