Ev bû çendek, bi awayekî kelevajî ka Kirmanckî/Dimilî/Zazakî Kurdî ye yan na, tê minaqeşekirin. Minaqeşe kelevajî ye û li jêr ez ê bêhtir pê dakevim. Berê jî min bi vê meseleyê serê xwe êşandibû. Bi nasnameya xwe ya akademîsyen hingê min behsa wê yekê kiribû, ka zanistên navend Ewrûpî, çawa li şûna lêkolana mijara zanistê, hewl didin wan mijaran bixin nava qalibên xwe. Ev qalibên hanê jî wan xasma bi pozîtîvîzma xwe li gorî lêkolînên li ser erdên xwe û babetên çêkirine. Yanî em hin rexneyên ne jidil di nava hin beşên civaknasiyê de li vê pozîtîvîzma hanê bibînin jî, zanistên weke “zimanzanî” û “fîlolojiyê” zêde nesîbê xwe jê negirtine. Nexasim jî hewldana kategorîzekirina li gorî pîvanên ku bi ti awayî ne rasyonel in, dike ku em esas van kategoriyan jî û ilmê ku ew afirandine jî ji nû ve binirxînin. 
Ha vêca, ev çendek e, hinek weke ku di nav g*yê xwe de liba nîskê dîtibin, her dibêjin û dibilînin: “Zazakî ne Kurdî ye”. Di hevokeke kurt de çend şaşî dikarin hebin, ewqas di vê hevokê de hene. Em behsa kategoriyên cihê yên zimanî dikin û wan bi hev ve girê didin. Çima ez vê dibêjim? Lewma, em dikarin bibêjin “Kirmanckî/Zazakî/Dimilî ne Kurmancî ye”. Bi heman rengî em dikarin bibêjin, “Soranî ne Kurmancî ye”. Li vir ez nakevime nava hewldanên rewakirina vê yekê bi kategoriyên “lînguîstîk” ên kelevajî yên ku li derveyî erdê malzaroka “État-nation” (netewe dewlet) yanî Ewrûpaya rojava û navîn, zêde maneyên wan nînin. Li van deveran, “État-nation” karîbû zimanan qir bike û tişta ji ber zimanan mayî wekî zarava, heta devok piçûk bixe û di warê nasnameyî de bêmane bike. Tenê di vê peywendê de maneyeke kategoriyên zimanzaniya rojavayî heye; û ew peywend li ser erdên me nîne.

Di warê peywenda civakî û dîrokî ya pêkhatina nasnameyê de “Zazakî ne Kurdî ye” bi qasî “Kurmancî ne Kurdî ye” rast e. Yanî heger em yekê ji wan rast qebûl bikin lazim e ya din jî em rast qebûl bikin. Ti maneyeke din a vê îdîayê nîne. Gava ez vê dikim, helbet ez mafê koman ên çêkirina nasnameyê red nakim. Yanî neteweyên cihê yên ku zimanên wan yek e jî hene û yên herê darîçav jî Awusturya û Elmanya ne. Em behsa du neteweyên cihê dikin ku zimanê herduyan ê fermî Elmanî ye. Li ser erdê herdu neteweyan gelek ziman berê hebûn û ew di pêvajoya pêkhatina netewe dewletê de hatin tinekirin.

Herçî Kurd in, ji Kurmanc, Kirmanc, Goran, qismekî mezin ê Îlamî û Loriyan re tê gotin. Ev ne tişteke ku em li ser minaqeşe jî bikin. Di serdema pêkhatina hizra neteweyî ya Kurdan de gelek rêberên serhildanên Kurdan bi Kirmanckî/Zazakî/Dimilî peyivî ne û xwe Kurd dîtine. Herçî di nav Kurmancan de belavbûna binavkirina Kurd e, ji derveve belav be jî, di nava wan de van 40 salên dawiyê bi awayekî amî hatiye qebûlkirin.

Heger kategoriyên pozîtîvîzma rojavayî ya navend Ewrûpî li rastiya me nayên, lazim e em ji bo rastiya xwe projeyên xwe yên civakî û siyasî yên ziman bi pêş bixin. Bi argûmanên vê pozîtîvîzmê em bikevin qirika hev şaşiyeke mezin e. Hizra neteweya demokratîk ji bo navmala Kurdan jî dermanekî çê ye. Siyaseta wê ya ziman destûrê dide her ziman û yekeya zimanî (di nava vê de ziman, zarava, devok jî hene) xwe biparêze û bi pêş bixe. Hingê di nava mala xwe em divê beriya her tiştî hev du piçûk nebînin, zimanên xwe ji hev çêtir yan jî xirabtir nebînin; Kurmancî, Soranî çi bin, Kirmanckî/Zazakî/Dimilî jî ew e. Lê em bikevin xefkên xelkê, em ê bi argumanên kelevajî hev du lawaz bikin. Dijminê hebûna Kurmanciyê jî yê hebûna Kirmanckî/Zazakî/Dimilkiyê jî deweta Tirk e. Her du jî bi ya min lazim e li ser vî esasî hebûna xwe biparêzin û bi pêş bixin.