Li ser masê çi heye?
Sêşem 28 Îlon 2021 - 02:39
NAZIM DAŞTAN / MA
Tê payîn ku Erdogan piştî ku tiştên ji Emerîkayê dixwest bi dest nexistin û berê xwe da Rûsyayê, di hevdîtinê de Şehba, Minbic û Eyn Îsayê bîne ser masê. Di rojeva Rûsyayê de jî Idlib heye.
Şerên wekaletê yên ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve, ev demeke cihê xwe ji şerê rasterast ê hêzên navneteweyî û herêmî yên dijberî hev re hiştiye. Dîplomasiya ji bo vê yekê ya di navbera Emerîka, Rûsya, Îsraîl, Îran û Tirkiyeyê de zêde bûye. Tirkiye ji ber ku tişta ji Emerîka xwest wernegirt, bi Rûsyayê re rûdine. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn sibe wê bicivin.
Tê dîtin ku Tirkiye hem bi Emerîkayê re hem jî bi Rûsyayê re di nav hevdîtinan de ye. Peyamên ku Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê de derbarê Idlib û Kirimê de dan, bala Rûsyayê kişandin. Di serdana xwe ya Emerîkayê de Erdogan pîlan dikir ku bi Joe Biden re hevdîtinê bike, lê ev daxwaza wî pêk nehat. Ji ber vê Erdogan berê xwe da Rûsyayê. Hevdîtina sibe ya êli Soçiyê dê siberoja têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê diyar bike.
Erdogan, bi daxuyaniya xwe ya derbarê Idlibê de bal bire ser operasyoneke muhtemel a li dijî bajêr û bang li NY‘yê kir ku operasyonê rawestîne. Tirkiye, bi daxuyaniya xwe ya “Em ê destûrê nedin îlheqa Kirimê” jî bi awayekî dijberî polîtîkayên Rûsyayê xwe li cem NATO’yê bi cih kir. Wezîrê Karên Derve yê Şamê Feysal Mîqdad bersiv da û hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke “çalakiya dagirkeriyê” pênase kir û bang kir da ku Tirkiye ji Sûriyê derkeve.
Dera Tirkiye aciz kir
Gengeşiya di navbera her du welatan de bi heman rengî dertê holê û piştî hevdîtina li Soçiyê wê meydana Sûriyê bêhtir bi hereket be.
Ji ber ku li Lîbya û Behra Spî ketiye tengasiyê Tirkiye naxwaze bi Rûsyayê re bê dijberî hev. Rejîma Sûriyeyê ku operasyonên xwe yên li herêmê didomîne, Idlib kiriye hedefa xwe. Serketine rejîmê ya li Derayê di navbera komên girêdayî Tirkiyeyê de bûye sedema nîqaşan. Ev Tirkiyeyê jî aciz dike.
Efrîn û Bab
Hevdîtina Erdogan a li Soçiyê li dijî van operasyonên rejîmê weke “qezençkirina demê” tê şîrovekirin. Rûsya ku hewl dide peymana xwe ya ku di 5’ê adarê de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû, hilweşîne jî dixwaze ji bo girtina hin navçeyên stratejîk pêşiya rejîmê veke. Ev weke Zaviye û Cisir Şuxur dertêne pêş. Rûsya, bi Idlibê re Efrîn û Babê jî bombebaran dike û peyamê dide Tirkiyeyê ku pirsgirêk tenê bi Idlibê ne bi sînor e. Bi hevdîtina li Şoçiyê, Tirkiye hewl dide berfirehiya operasyonê kêm bike û peşî li krîza Idlibê bigire.
Dibe ku di hevdîtinê de di ser Idlibê re bazara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê rojevê. Di pozîsyona niha de, Tirkiye dikare li ser xeta Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê bi Rûsyayê re rûnê. Ji ber ku ji hevsengiyên Sûriyeyê ne razî ye, dibe ku Rûsya bi Tirkiyeyê re hin bazaran bike.