Li Rojhilata Navîn Konferansa Ocalan

În 9 Hezîran 2023 - 14:42

  • Ferzende Munzur: Dewleta Tirk her 6 mehan carekê li Rêber Abdullah Ocalan cezayên disîplînê ferz dike. Ev di ti qanûnan de nîne. Têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di asta Rojhilata Navîn de wê konferansek bê lidarxistin.

Di benda 59′an a qanûna 5275′an a dewleta Tirk a girêdayî tedbîrên sûc û ewlehiyê de ku girtî dikarin saetên êvarê bi parêzerên xwe re bicivin, ango mafên wan ên hevdîtina bi parêzerên xwe re di hefteyê de 5 car e û li gorî benda 25′an a heman qanûnê, girtîyên cezayê muebbedê li wan hatiye birrîn, dikarin her 15 rojan carekê malbata xwe bibînin.

Tevî vê yekê jî, ji 25′ê Adara 2021′ê ve ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin û di 31′ê Gulanê de careke din  6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê bi malbat û parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan hate birrîn. 

Qanûnên taybet tên meşandin

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzur got, li gorî qanûn, destûra dewleta Tirk û qanûnên taybet ên parastina mafên mirovan li dijî Rêber Abdullah Ocalan kiryar pêk tên.

Ferzende Munzur bal bire ser perspektîfên CPT′yê yên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û got, “Di serdana yekê ya CPT′ê ya girtîgeha Îmraliyê ya Adara 2000′î de diyar kiribû ku nabe Rêber Abdullah Ocalan, li gel rewşa ewlehiyê ya giran, bi tenê be. Ji ber ku ev yek bandorê li tenduristiya wî dike. Her wiha bi bîr xistibû ku hevdîtin ji 3 mehan ve hatine taloqkirin, ew rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin.”

CPT rapor eşkere nekir

Ferzende Munzur anî ziman ku bi demê re tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hate girankirin, bi taybetî piştî hewla darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ya di 2016′an de.

Ferzende Munzur bal bire ser serdana dawî ya CPT′ê ya di 2022′yan de û got, “Di wê serdanê de CPT′ê ji bo eşkerekirina raporê îşaret bi meha Adarê kir, lê heta niha CPT′ê ti tişt eşkere nekiriye û helwêstek jî nîşan nedaye.”

Hincetên siyasî ne qanûnî ne

Têkildarî ′Cezayên Dsîplînê′ ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan her 6 mehan ferz dike, Ferzende Munzur got, “Ev ceza xwe naspêrin ti qanûn yan jî mafan. Ji ber ku hincetên siyasî, ne qanûnî ne. Tişta balkêş jî ew e, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek înîsiyatîfan, ji wan Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê gelek peyam ji CPT′ê û saziyên hiqûqî yên navneteweyî, heta ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re derbarê van binpêkirinan de şandin. Lê heta niha saziyek jî bi erkên xwe ranebûye.” 

Ferzende Munzur got, dewleta Tirk keysa xwe li vê yekê tîne, ji ber ku dibîne her peyama Rêber Abdullah Ocalan dişîne, bandoreke mezin li ser gelan çêdike û ji bo ev peyam negihîjin derve, van cezayan dike hincet. Wî di dewamê de got, “Ji ber ku rejîma wê xwe dispêre qirkirina Kurdan. CPT′ê beriya niha dabû xuyakirin ku ev ceza şêweyek ji şêweyên xapandinê ye û xwe naspêre ti qanûn û hiqûqê.”

Di demeke nêz de konferans

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzur da zanîn ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîna hiqûqî, dîplomasî û siyasî were xurtkirin û got, “Beriya niha Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan civînek li Reqayê ji bo nîqaşkirina xebata bi hev re li dar xist. Têkildarî vê yekê, navê Desteya Parastinê, bû Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan. Ev yek ji bo berfirehkirina têkoşîna hiqûqî, dîplomasî û siyasî pêk hat da ku xwe bigihînin saziyên navneteweyî û herêmê û bang li wan bikin ku bi erkên xwe rabin.” Têkildarî plan û projeyên siberojê yên li ser azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzur got, di demeke nêz de li ser asta Rojhilata Navîn konferansek wê bê lidarxistin, lê behsa cih û dema wê nekir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.