Li Rojava vê pêlê korona zêde belav bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Nîsan 2021 - 02:07

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêla sêyemîn a şewba ji ber vîrusa Koronayê, belav bû. Navenda Jiyan a COVID-19’ê a li bajarê Qamişlo da zanîn ev pêl ji pêlên berê cûdatir e ji ber ku ew cara ewilî ye ku ewqas kes pê ketine. 

Têkildarî mijarê gerînendeyê Navenda Jiyan a COVID-19’ê ya li Qamişloyê, Behaa Hebo got, "Navend û kadroyên xwe yên tenduristiyê ji bo pêşwaziya nexweşên vîrusê ku bi rêya ambulansên Heyva Sor a Kurd hatine veguhezandin yan jî ji aliyê malbatên xwe ve, amade ne."

Behaa Hebo got, niha li navendê 38 nexweş hene, rewşa 3 pêketiyan ne baş e û yên din jî baş dibin.

Ji pêlên berê zûtir belav dibe

Behaa Hebo piştrast kir ku pêla sêyemîn a belavbûna vîrusa Koronayê, xete re û ji pêlên beriya xwe zûtir belav dibe, di heman demê de her kes pê dikeve û bandorê li mezinan dike an ku kesên ji 45 salî û jor de.

Hebo eşkere kir ku li gorî rêjeya bandora vîrusê ya li ser nexweşan, ew nexweşan ji navendê derdixin, lê rewşên giran demeke dirêj dimînin, heta ku baş bibin. 

Mirin jî zêde bûye

Her wiha Behaa Hebo diyar kir ku di demên dawî de rêjeya miriyan zêde bûye, û rojane di navbera 3 heta 6 kesan jiyana xwe ji dest didin, li hemberî vê yekê gelek pêketiyên vîrusa Koronayê jî baş dibin.  

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.