Li Reqa wêje vedijî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Îlon 2020 - 16:36

  • Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ebdulrehman El-Ehmed got: "Em hewl didin çalakiyeke çandî bi navê Festîvala El-Reşîd a Çandî li dar bixin.

Tevgera wêjeyî li Reqayê di serdema Ebasiyan de, pirr bi pêş ket. Piştî hukmê xelîfeyê Ebasî, Harûn El-Reşîd bajarê Reqayê bû paytexta dewleta Ebasî. Wê demê bajar bû sîwanek ku wêjevan, zanyar û helbestvanên ji hemû welatên girêdayî dewleta Ebasî di bin de kom bûn.
Di serdema êrişên Moxolan de bajarê Reqayê hate rûxandin û cihê xwe yê dîrokî û çandî ku di serdema pêşketinê ya dewleta Ebasî de bi dest xistibû, ji dest da. Her wiha rengê jiyanê ji ser bajarê Harûn El-Reşîd û paytexta dewleta wî rabû.
Piştî bi sedan salan, tevgera wêjeyî li bajarê Reqayê careke din di serdema nû de vegeriya û ji nû ve wekî çalaktirîn tevgerên wêjeyî û yên herî berhemdar hat hesibandin.
Salên dirêj ên aloziya Sûriyê bandoreke mezin li tevgera çandî û wêjeyî li Reqayê kir. Pirtûk û pirtûkxaneyên bajêr hatin talankirin û li pêş çavên şêniyên bajêr hatin şewitandin.

Amadekariyên festîvala çandî

Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, gelek rewşenbîrên bajêr hewl dan tevgera wêjeyî vejînin. Di serî de Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê ku hewl dan rewşenbîran kom bikin û çalakiyên çandî, şevbuhêrk, pêşbirkên helbest û çîrokan ji şêniyên bajêr û yên ji parêzgehên Sûriyên ên din hatine re, li dar bixin. Îro li bajarê Reqayê gelek pirtûkxane hene.
Têkildarî pêşxistina tevgera çandî li bajarê Reqayê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ebdulrehman El-Ehmed got: "Em hewl didin çalakiyeke çandî bi navê Festîvala El-Reşîd a Çandî li dar bixin, da ku wêjevanên destpêkê xelat bikin. Her wiha yek ji projeyên yekitiyê ew e ku komhelbesteke helbestvan Mistefa El-Hesûn bi navê Behterî El-Reqa dihat binavkirin, çap bike."

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.