Filmê anîmasyon ê bi navê ‘Di bin siya spîndarê de’ ku 20 deqe ye û Huseyîn Molayemî û Şirîn Sohanî amade kirine, îsal di 97’emîn Xelatên Akademî (Oscar) de di kategoriya “anîmasyonên kurt” de di nava berhemên fînalê de cihê xwe girt.
Anîmasyona "Di bin siya spîndarê de" bi teknîka du awayî ya xêzkirinê kare kare hatiye amadekirin. Cara yekem di Festîvala Kurtefîlmên Îranê ya 41’emîn de hatiye pêşandan, mijara wê tevliheviya têkiliyên hestiyar ên malbatek ku ji şer zirarê dîtiye ye. Di çîrokê de behsa kaptanê ku ji ber travmayê derûniya wê xirab bûye û jineke ciwan a li keviyên deryayê di maleke biçûk de bi awayê îzole dijî dike. Ev herdu kes, neçar dimînin bi jiyana zor re têbikoşin.
Vê anîmasyona 20 deqeyî heta niha di gelek mihrîcanên navneteweyî de xelat girtiye. Di navbera wan xelatan de di 27’emîn Festîvala Fîlmên Zarokan Olympia de xelata “Anîmasyona kurt a herî baş”, 42’yemîn Festîvala Îtalyayê ya Salmona, Festîvala Kurtefîlmên Drama ya 47’emîn a Yunanistanê, Festîvala Kurtefîlmên Navneteweyî ya DYA’yê 28’emîn, Festîvala Kurtefîlmên Navneteweyî ya Los Angelesê, Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî, Festîvala Fîlmên Trebeca ya 23’yemîn a DYA’yê, 25’emîn Festîvala Cortî da Songnî ya Navneteweyî ya Îtlayayê, 9’emîn Festîvala Kurtefîlman a Floransayê hene. Her wiha fîlmê anîmasyon di navbera namzedên Festîvala Anîmasyon Anncy a Fransayê de cihê xwe digre.
Li Oscarê ji bo xelata anîmasyona “Herî Serketî” filmên bi navê "Mirovên xweşik" "Şekira bi sêhr" "Gerok û bêhempa" û "Ax!" dikevin pêşbaziyê.
JÎNHA/TEHRAN