- Li Klima-Camp a li Nurnbergê pêşangehekê bal bir ser gundê jinan ê li Rojava, Jinwarê. Wêne û metnan hem kar û avadaniya kolektîf a jinên gund û hem jî tevgera jinên Kurd da nasîn.
SARYA TARO
NURNBERG
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, bi rasthatina Roja Jinan a Cihanê, di nava çalakiyan de çalakiyên li Klima-Camp a tevgera Fridays For Future jî hebûn. Li vê kampê “Çepa destwerdêr” (iL) pêşangeheke li ser gundê jinan ê li Rojavayê Kurdistanê, Jinwarê vekir. Di pêşangehê de Jinwar weke mînakeke têkoşîna jinên Kurd a xwe bi xwe xurtkirinê hatiye danasîn.
Li Klima-Campê Konê Greva Jinan a FLINTA-Komitee heye. Klima-Camp ji Îlona bihurî ve li navenda bajêr hatiye vekirin. Ji hingê ve bi bernameyên xwe yên li ser edaleta avhevwayê, xelkê agadar dike.
Têkoşîna jinan û avhewayê
Bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê re FLINTA-Komitee konê xwe di nava Klima-Camp de vegirtiye. FLINTA-Komitee ji bo vê dibêje, “Femînîzm û edaleta avhewayê, gava mirov li herduyan di heman demê de bihizire, maneya wê rabûna li ber bindestkirina baviksalar e; rabûna li ber tevahiya awayên bindestkirinê ye. Têkoşîna ji bo avhewayê, û têkoşîna ji bo edaleta cinsan esas xwedî xisûseke sereke ya hevpar in: Her du jî têkoşînên li dijî mêhtingeriyê ne, ji bo xwegihandina çavkaniyan in. […] Em nikarin li siyaseta avhewayê bifikirin, bêyî ku em li aliyên edaletê bifikirin - têkoşîneke ji bo siberojeke hêja ye mirov lê bijî, divê di heman demê de têkoşîneke ji bo edaleta di navbera cinsan de be.”
Fridays-For-Future jî dibêje, “Krîza avhewayê avahiyên baviksalar xurt dike, û wan ên ku ji ber strukturên bavikalar mexdûrbûyî, herî zêde mexdûr dike. Têkoşîna ji bo miameleyeke adil a bi krîzê re di heman demê de divê femînîst be, da ku karibe li dijî vê neheqiyê tesîrê bike.”
Ji bo di nava vê minaqeşeya li dora Konê Greva Jinan perspektîfeke înternasyonalîst zêde bike, iL a Nurnbergê pêşangehek li ser gundê jinan ê li Rojavayê Kurdistanê Jinwarê vekir. Di pêşangehê de nexasim jî têkiliya di navbera azadiya jinê û jiyana ekolojîk û dewamî hatiye nîşandan. Li ser 6 panoyan wêne û metn hene ku mînakên cihê yên xwe bi xwe xurtkirinê yên ji Jinwarê nîşan didin û didin nasîn. Li vir jin bi hev re dijîn û kar dikin. Mijarên pêşangehê kar û avadana kolektîf, siheta jinan û jiyana ekolojîk in.
Ji bo Sara lewheyek
Lewheyek ji bo Sara (Sakîne Cansiz) hatiye veqetandin, ji hevdamezrêner a PKK´ê, ji yekê ji sembolên tevgera jinên Kurd û têşkoşîna wê ya azadiyê. Wê tevî Rêber Abdullah Ocalan hîmê şoreşa jinan danî. Ew bi xwe jî gelek caran çûbû Rojava û tesîr li ser jinên wir kiribû. Xelkê Rojava îro jî wê tîne bîra xwe.
Kesên çûn serdana pêşangehê xwestin nexasim li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Jinên Kurd bên agahdarkirin. Pêşangeha li Klima-Camp a li pişt şaredariya Nurnbergê wê îro bi dawî bibe.