Têkoşîna 25 salan a jina pêşeng

Nûçeyên Jin

Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 15:30

  • Bêrîvan Kutlu ku li quntara çiyayê Cûdî hat veşartin, bi têkoşîna xwe ya 25 salan bû sembola azadiya Gelê Kurd û mafên jinan. Hevrêya wê Harîka Peker biryardariya Bêrîvanê li girtîgehê, li qadê û bandora wê ya kûr a li ser Botanê vegot.

Her ku bayê ku ji quntarên çiyayên Cûdî tê şopa ku jinek li pey xwe hiştiye hildigire, axa gundê Navyan careke din şahidiya bêdeng a berxwedanê dike. Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Kutlu ku koça dawî kir, ji roja ku di sala 2001’ê de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, rêyeke xebata bêwestan şopand, dengê jinan bilind kir û xwe ji bo avakirina pêşeroja gelê xwe terxan kir.

Her çiqas nexweşiyê laşê wê westandibe jî, wê qet dev ji têkoşîna xwe berneda; dema ku sîstemê hewl da dengê wê bêdeng bikin, wê bi bêhneke nû gotinên xwe dubare kir. Û di dawiyê de, li gorî wesiyeta wê, ew spartin singa axa ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, di bêdengiya Navyan û siya Cûdîyê de. Her ku laşê Bêrîvan tevlî axê dibe, têkoşîna ku wê li dû xwe hişt û israra jinan a ji bo jiyaneke azad di rêya xwe de berdewam dikin, vê carê wekî mîrateyek ku dê di dilên din de geş bibe.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Harîka Peker ku hevrêya Bêrîvanê ye, derbarê têkoşîna wê de axivî.

Harîka Peker, anî ziman ku ew di sala 2010’an de hatiye Botanê û wê demê Bêrîvan Kutlu nas kiriye û got wê demê seroka navçeya Silopiyê bû. Harîka Peker, bi lêv kir ku dema wê Bêrîvanê nas kiriye bandorek li ser wê kiriye û wiha domand: “Hevalek pir ciwan bû. Li cihekî wek Botanê seroka navçeyê bû. Min ewilî wisa heval Bêrîvan nas kir. Piştre em demeke dirêj bi hevdû re xebitîn. Erdnîgarî li ser kesayetiya mirovatiyê bandorê li mirovan dike. Bêrîvan heval jî yek ji wan bû. Çiya, daristan û ava Botanê bandora xwe li ser Bêrîvanê kiribû. Ji ber vê yekê kesayetiya wê wek Botanê bû. Wekî ku tê zanîn êşîr û civakek feodal jî hebû. Wek jinekê pêşengî ji vê civakê re kirin hêz dida mirovan. Hem ciwantiya wê û hem jî wek jinekê pêşengiya Botanê kirin bandorek mezin li ser mirovan dihişt.”

Harîka Peker, destnîşan kir ku di sala 2011’an de operasyona KCK’ê hat kirin ew tevlî Bêrîvan Kutlu û gelek kesan hatine binçavkirin û girtin. Harîka Peker, da xuyakirin ku Bêrîvanê di girtîgehê de jî ew sekna xwe ya bi biryar daye nîşandan û wiha pê de çû: “Li dadgehê wek jineke kurd a pêşeng xwe da xuyakirin. Wê demê şert û mercên girtîgehê gelek dijwar bû. Operasyona KCK’ê hatibû kirin zarok, dayik û ji civakê gelek kes di girtîgehê de bû. Heval Bêrîvan moral dida hevalên ku di girtîgehê de bû. Heval Bêrîvan di aliyê kurdewariyê de pir pêşketî bû. Piştî ku em ji girtîgehê derketin jî dîsa pêywirên cûda di nava partî û tevgera jinê de girt. Ez di sala 2015’an de tahliye bûm. Lê ew çend meh  berê min tahliye bû. Çawa ku derket jî hilbijarhartin hebû. Wê demê pêywira hevşaredariya Dêrgûlê girt.”

Harîka Peker, bal kişand ser şerê xweseriyê û bi lêv kir ku gelek alîkarî ji bo civakê kiriye û wiha axivî: “Şirnex hatibû girtin wê demê gel hatibû Dêrgûlê û gundên dinê bûn. Dema tiştek biketa ser milê wê dikir. Lê piştre qeyûm tayînê şûna wê hat kirin.”

Harîka Peker diyar kir ku Bêrîvan Kutlu 25 sal in di nava xebatan de cihê xwe girtiye û xebatên xwe meşandiye û got: “Xeyalên wê tim azadiya Gelê Kurd, Serokatî û jinê bû. Em nikarin bibêjin ku xeyalê Bêrîvanê nîvco maye. Ji ber ku Bêrîvanê kedek pir mezin da. Ji vê rojê şûnde em ê vê keda wê bi encam bikin. Wekî ku min di serî de jî gotibû erdnîgarî li ser kesayeta mirovatiyê bandorê dike. Wê dixwest di hembêza Cûdî de bê sipartin. Ev yek careke din hêstên wê dide pêş. Têkoşîn, gotin û rêhevaltiya wê dê heta dawiyê bi me re be. Heval Bêrîvan rêhevalek gelek baş bû. Di hêla têkoşîna jinê de xebat dikir. Dema xebat dikir baweriya wê bi wê xebatê dihat. Wek fîzîkî me rêberek winda kir. Lê wê her tim di nava me de be. Stranên wê, kenê wê her tim wê bi me re be. Bêrîvan heval tu carî ji xemgîniyê hez nedikir. Di demên zor û zehmet de jî moral û motîvasyona wê tim hebû. Hem li derve û hem jî di girtîgehê de têkoşîn û morelê wê xwe dida nîşandan. Em ê wek rêhevalên wê heta dawiyê têkoşîna wê bimeşînin. Xeyalên heval Bêrîvan em ê bi cih bînin. Heval Bêrîvan wek jinek Botanê mînakek e.”

Harîka Peker, bi lêv kir ku Bêrîvan Kutlu tu carî nedixwest ku ji Botanê veqete û wiha behs kir: “Hezkirina wê ya li hember Botanê cuda bû. Digot ‘dem bi dem li ser Botanê helbestan dinivîsînim.’ Dayikan gelek jê hez dikir û jê re digotin ‘Gula Botanê’. Di Bêrîvanê de nasnameya jina kurd gelek pêş de bû.” JINNEWS/ŞIRNEX/ROJDA AYDIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.