Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn

Nûçeyên Jin

Şemî 31 Tîrmeh 2021 - 04:01

  • Duyemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn bi dirûşma ”Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokratîk pêk bînin” li paytext Beyrûdê doh dest pê kir.

 

Duyemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyên ji bajarên cuda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kir. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, cara ewilî sala 2013’an li Amedê pêk hatibû.

Konferans îro jî wê dewam bike. Konferans doh serê sibehê bi peyaman dest pê kir. Bi navê Komîteya Amadekar Hanan Osman axivî û Koordînasyona KJK’ê, Yekîtiya Jinanî Kurdistan ku rêxistina jinan a YNK’ê ye, ji Şengalê Tevgera Azadiya Jinê ya Êzîdxanê (TAJÊ) û bi navê girtiyên siyasî yên li zindanên Tirk jî Leyla Guven peyam şandin.

Rola jinan

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê û rola jinan hatin nîqaşkirin. Ji Yemenê Anjela Al Mumary rûniştina destpêkê bi rê ve bir û ji Lubnanê ji Saziya Jinê ya Jîn Buşra Alî, ji Îranê Meryem Zolfagharianaliabad, ji Fasê Hatîce Riyadî û ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Lîna Bereket axivîn.

Pêşengiya jinê

Buşra Alî bi sernavê ”Şer-nakokiyên 10 salên dawî û rola me” axivî û bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di navbera hêzên kapîtalîst ê global û dewletên herêmê yên statukoparêz de diqewime. Alî diyar kir ku aloziya salên dawî parçeyek ji vê rewşa 10 salên dawî ye û destnîşan kir ku li gel van aktoran weke dînamîka sêyemîn jî bi pêşengiya jinê têkoşîna civakî tê meşandin. Buşra Alî got, têkoşîna azadiya jinê ya li herêmê bi qasî ku pêşengî ji têkoşîna azadiya civakî re kir wê bi ser bikeve.

Li Îranê zextên giran

Parêzvana Mafên Mirovan a li Îranê Meryem Zolfagharianaliabad jî bi mijara ”Li herêmê netewe-dewlet û rastiya desthilatdariyê” axivî û bi taybetî bal kişand ser bandora zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê. Zolfagharia di vê çarçoveyê de rewşa li Îranê nirxand û anî ziman ku li Îranê temenê zewacê weke 13 hatiye diyarkirin, lewma zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye. Meryem Zolfagharianaliabad anî ziman ku zextên giran li aktîvîstên jin tê kirin û rewşa girtiya siyasî Zeynep Celaliyan bi bîr xist. Zolfagharianaliabad her wiha destnîşan kir ku niha li Îranê hewldanên jinan ên ji bo rêxistinbûnê zêde ye.

Destavêtin weke amûreke êşkenceyê

Ji Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Lîna Bereket jî bal kişand ser bandora şer li jinan. Bereket diyar kir ku bi taybetî tundiya li dijî jinê zêde bûye û destavêtin jî weke amûreke zext û êşkenceyê tê bikaranîn. Bereket diyar kir ku ji bo fûhûşê jî argumanên olî tê bikaranîn. Her wiha têkildarî bûyerên tundiya li jinê li Sûriyeyê hin dane parve kir. Li gorî vê yekê ji sedî 40 ê penaberên Sûriyeyî jin e. Yek ji çar parên jin ên penaber jî bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin. Di encama vê yekê de jî zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye.

Ji çar parçeyên Kurdistanê

Ji Lubnan, çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, Misir, Yemen, Tûnis, Sûdan, Efganistan, Urdun, Lîbya, Fas û Fîlîstînê jinên rêxistinbûyî tevlî konferansê bûne. 

ANF/BEYRÛD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.