- Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê, li Şehbayê çalakiya Vejandina rojên berê organîze kir.
Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê, li Şehbayê çalakiyeke civakî ya taybet a jinan organîze kir. Tê de cureyên xwarinê yên gelêrî û rêbazên amadekirina mûnê hatin pêşandan.
Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê di çarçoveya rêzeçalakiyên civakî de, çalakiya "Vejandina rojên berê" ya ku mehane dihat lidarxistin û ji ber girtina tedbîrên xweparastinê ji vîrusa koronayê rawestiyabû, careke din da destpêkirin.
Di çalakiyê de gelek cureyên xwarinê yên gelêrî, rêbazên amadekirina mûnê û hişkkirina zebze û fêkiyan hatin pêşandan.
Endamên komên hunerî yên jinan û endamên tevgerê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan stranên gelêrî gotin.
ANHA/ŞEHBA