Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê di 17'ê Hezîranê de bê lidarxistin.
Festîvala Jinê ya Zîlan a 17'emîn îsal bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî ji Kurdistanê ber bi Cîhanê ve' li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê tê lidarxistin.
Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve tê lidarxistin, wê ji bo bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara) pêk were ku di 23'ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê di komkujiyekê de hat qetilkirin. Her wiha li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' wê panel bêne lidarxistin. Berhemên destan ên jinan jî wê bi standan bêne nasandin. Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.
Di festîvalê de ji bo zarokan jî cihên lîstikê hatiye amadekirin. Li gel komên govendê wê hunermend û komên muzîkê yên Jin Ma, Mizgîn Tahir, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk jî li ser dikê hunera xwe nîşan bidin.
Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê endamên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Jînda Denîz û Ayten Kaplan li ser amadekariyên xwe agahî dan û banga tevlîbûnê kirin.
Jînda Denîz got: ''Jin çiqasî li hev kom bibin, çiqasî xwe bi rêxistin bikin, çiqasî zêde bibin wê ewqasî jî xurt bibin, dagirkerî jî wê lawaz bibe. Lewma divê her kes tevlî bibe, em zêde bibin ku li ber dagirkerî, serweriya mêr û mejiyê mêr rabin."
Ayten Kaplan jî got, "Li Rojhilat qetilkirina Jîna Emînî, komkujiya duyemîn a Parîsê, erdhejê bandoreke giran li jinan kirin. Li gel van hemûyan me têkoşîna jinan bilind kirin. Bi taybetî bi berxwedana jinan a li Rojhilat re felsefeya me ya berxwedana jinê 'Jin, Jiyan, Azadî' gerdûnî bû."
NAVENDA NÛÇEYAN