Konferansa Jinê ya Navnetewî wê di 5-6’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê’ li Berlînê were lidarxistin.
Tevna Jin Paşerojê Dihûnin, ku di serî de Tevgera Jinê ya Kurd rêxistinên jinan ên li çar aliyên cîhanê li hev kom dike, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji her parzemînê Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2’emîn li dar dixe.
Konferans wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê (Technische Universität Berlin) ya li paytexta Elmanya di 5-6’ê Mijdarê de were lidarxistin.
Dirûşma konferansê jî wiha ye: “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê.”
Konferansa destpêkê bi naveroka “Şoreşa di asta avabûnê de” di 6-7’ê Cotmeha 2018’an de li Frankfurtê pêk hatibû.
Tê payin ku konferansa duyemîn bi beşdariya 600 delegeyan were lidarxistin.
Agahî û navnîşan
Agahiyên berfireh li ser konferansê ji navnîşana li jêr dikarin bên peydakirin. info@womenweavingfuture.org
Mijarên li ser konferansê jî ji van hesabên medya dîjîtal dikarin bên şopandin. Womenweavingfuture (@Womenweaving2)
Navnîşana cihê konferansê wiha ye:
Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê
Straße des 17. Haziran 135
10623 Berlin
BERLÎN