Vegera li hûnandina tabloyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Tebax 2020 - 23:53

  • Fina Gill yan jî Marmaladerose bi hiriyê ruh bi tabloyên xwe tîne. Ew li şûna rengan bi hirî, ta û mûyan emel dike û bi kevçirandinê tabloyên rengîn ên portreyên realîst ên heywanan çêdike.

Rengên zindî bi ben, ta û hiriyê; ev hunerê Fiona Gill e. Hunermendeke Ingilîz a li herêma Yorkshire, li bajarê Dales dimîne. Wê maxlesa Marmaladerose li xwe kiriye. Ew bi tekstîlê tabloyên bi kulîlk, giya, dar, ber û heywanan xêz dike. Tişta ku herî zêde ew pê emel dike, hirî ye. Ew hiriyê û mûyên bizinan di kevçirîne, dikemitîne û van berhemên xwe dertîne holê.
Armanca wê ew e ku portreyên heywanan ên realîst çêke û vê jî bi kevçirandina hiriyê bike, ya ku kontrola wê li ser encamê sînordar dike. Lê encam pirraniya caran dilê mirov xweş û germ dike, dike ku devê mirov li ken vebe, ji xwe re bibeşişe.
Berhemên wê nexasim jî di weşanên tekstîlê yên navneteweyî de bi rêk û pêk tên weşandin. Wê ders li Awustralyayê dane û pêşangeh li li Hong Kongê vekiriye, bi bernameya televizyonê hunerê xwe daye nasîn. Berhemên wê di koleksiyonên li Kanada, Awustralya, Zelanda Nû û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hene.

Navê blogê li xwe kir
Ji bo xwe û hunerê xwe ew dibêje, "Tevahiya jiyana xwe, min xwest tiştan çêkim. Ji bo min, ev weke bêhndan û standinê ye. Ez divê vê bikim, ez divê tiştinan çêkim. Tiliyên min her di nava gelek huneran de bûn, neqişandin, dirûtin, xêzkirin, peykertiraşî, dîzikçêkirin, ji hevîr tişt çêkirin, tenteneçêkirin û gelek tiştên din… hema çi bê bîra we. Xwedê dizane behremendiyeke min ji bo vê hebû. Heger mirov afirîner be, bi ya min dikare destê xwe veguherîne gelek tiştan, veguherîne tişta xwe, tişta zehmet ew tişta ku tenê ji bo te ye.
Lazim bû ez her çêkim, çêkim û çêkim da ku bi ser ve bibim, ka ez hez ji çi dikim, ji destê min çi baş tê … da ku stîla xwe bi xwe ya yekane peyda bikim. Ji bo xurtkirina vê pêvajoyê min dest pê kir li ser rêwîtiya xwe ya afirêner blogekê biweşînim. Ji ber wê jî min navê Marmaladerose bi kar anî. Ev nav, serê pêşî yê bloga min bû."

Li şûna rengan ta û mû

Ew dibêje, hunerê wê di warê materyal û teknîkê de ne asayî ye û wiha dewam dike: "Ez portreyên jiyana xwezayî ya kovî realîst xêz dikim. Gava ez vê dikim jî ez teknîka kevçirandinê (ji hiriyê çêkirina kejê) bi kar tînim. Yanî li şûna rengan ji bo tabloyan, ez ta û mûyên zirav û ji hev qut ên hiriyê bi kar tînim da ku dîzayna xwe biafirînim û ez van mûyan di tabloyê de bi cih dikim gava ku ez wan dikevçirînim bi ava bi sabûn."

Tabloyên nazik, qenc û rengîn

Ew dibêje, tabloyên wê nazik, qenc û rengîn in, û ew bi wan xwezayê û bedewiya wê ya besît pîroz dike: "Ez hez ji quncikên kêmdîtî yên mêrgên havînan dikim, yan jî ji komikek giya yan jî kulîlkeke çolê ya di baxçeyekî de jibîrkirî. Bi van tabloyên kulîlkan ên stîlîzekirî, ez xwe didim ber xêzkirina realîst a heywanan … a kêliyeke di demê de … a lêdaneke dilî di ben û tayî de."
Axir ew ji xêzkirina tabloyan, bi hunerê xwe, bi rengekî ji rengan vedigere hûnandina tabloyan.

YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.