
- Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Viyan Hebabî, diyar kir ku rola herî mezin a YBŞ-YJŞ’ê parastina civaka êzidî ye û got: "Felsefeya Rêber Apo ji bo me destpêkek nû û xwenûjenkirin e. Civaka êzidî bi felsefeyeke wiha xwe ji nû ve diafirîne û dike yek" û da zanîn ku çi dibe bila bibe, dê parastina civaka xwe bidomînin.
Di encama fermanên ku di dîrokê de li dijî Êzidiyan hatine sepandin, bi sed hezaran kes hatine qirkirin û neçar mane ku Şengal, cihekî ku ew wekî pîroz dibînin, biterikînin. Êrişa herî dawî ya DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de bûye yek ji komkujiyên herî wêranker ên li ser civaka êzidî. Ji destpêka êrişan ve, bi hezaran êzidî hatine qirkirin, hem ji ber êrişên DAIŞ'ê û hem jî ji ber xiyaneta PDK'ê.
Bi sedan jin û zarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, li bazarên koleyan hatine firotin û îşkence li jin û zaroan hat kirin. Ev komkujî ne tenê wekî kiryarek wêrankirina fîzîkî, lê di heman demê de wekî êrişek ku armanca wê jiholêrakirina mîrateya çandî û olî ya civaka êzidî ye, di dîrokê de cih girtiye.
Piştî vê fermanê, li ser banga xweparastinê ya gelek caran ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate gotin, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin.
Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Viyan Hebabî li ser armanca damezrandina YBŞ-YJŞ'ê û peyamên ku Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de ji êzidiyan re şandibû, nirxandin kir.
Viyan Hebabî, di destpêka axafina xwe de wiha bal kişand ser damezrandina YJŞ-YBŞ'ê: "Damezrandina YJŞ-YBŞ’ê di destpêkê de ji ber pêwîstiyê bû. Hemû cîhanê şahidiya qirkirina ku civaka êzidî pê re rû bi rû ma kir. Êriş û qirkirinên li ser êzidiyan bûn sedema berxwedaneke mezin û derketina holê ya lehengên mezin. Ji ber ku berxwedan bi tevahî rêxistin nebû, parçe bû û nekarî pêdiviyên gel pêk bîne. Ji ber vê yekê, ew bi komkujiyên berdewam re rû bi rû man. Heta roja îro, civaka êzidî tu carî nebûye xwedî artêşeke ji ciwanên Êzidî. Felsefe û berxwedana xwe di bin pêşengiya gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê de afirand. Di sala 2014'an de, YJA-STAR, HPG û YPJ-YPG’ê piştgirî dan wê, hewl dan ku civaka êzidî ji komkujiyê rizgar bikin. Lêbelê, bêyî parastina xwe ya civaka êzidî, her parastinek ji derve têrê nake an jî mimkun nabe. YJŞ-YBŞ’ê di nav ne gengaziyan de xwe afirand. Wek YJŞ û YBŞ’ê, me xwe ji tunebûnê ava kir. Em dikarin YJŞ û YBŞ’ê wekî zarokên ku ji fermanê filitîne bi nav bikin. Piştî ku ji wê fermanê filitîn, cek û rext girtin û gelê xwe parastin."
Fermandar Viyan Hebabî, diyar kir ku YJŞ-YBŞ ji bo civaka xwe canê xwe feda dikin û wiha bi lêv kir: "Hêzên YJŞ-YBŞ’ê ew kes in ku ji bo civaka êzidî canê xwe feda dikin. Gelê Şengalî vê yekê pir baş dizane. Her ku êrişek li ser hêzên me çêdibe, gelê me li kêleka me ye. Hêjayî gotinê ye ku heta beriya qirkirina 74'an jî, nîqaş li ser avakirina hêzên parastinê ji bo parastina civaka êzidî hebûn. Ji ber ku PDK'ê pir caran êriş dikir. Berî qirkirinê, bi qasî 50-60 ciwanan ji bo pêdiviyên parastinê perwerde dîtin. Ev ciwan yekem kes bûn ku Şengal ji êrişên DAIŞ'ê parastin. Bi vî rengî bingeha hêzên me hate danîn. Paşê, damezrandina wê hate ragihandin. Bingeh bi pêşengên wekî Berxwedan Tolhildan, Bêrîvan Şengalî, Dijwar Fekîr û Seît Hesen hate danîn ku gihîştin şehadetê."
Viyan Hebabî, destnîşan kir ku îro, civaka êzîdî vedigere Şengalê û jiyaneke nû ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmeta Iraqê jî vê yekê dibîne; eger hêzên YJŞ-YBŞ’ê nebûya, civaka êzîdî nedikarîbû vegere. Me di fermanê de dît ku ji bo pêşîgirtina li mayîna civaka êzîdî li ser axa xwe, nêzîkatiyên siyasî yên cûda hebûn. Dewlet dixwazin êzîdî ji welatên xwe derkevin û biçin welatên din. Lêbelê, ew xalekê ji bîr dikin: Laleş û Şengal ji bo êzîdiyan cihên pîroz in. Divê hikûmeta Iraqê vê yekê nas bike.”
Fermandar Viyan Hebabî, diyar kir ku YBŞ-YJŞ ji aliyê leşkerî ve tevdigerin û got: "Lêbelê, li Şengalê pergalek bi tevahî hatiye avakirin. Heke hebûna we ya leşkerî tune be, bandora we ya siyasî zêde nabe. Wekî din, ji bo ku hûn bikaribin xebata siyasî bikin, hûn hewceyê hêzek parastina xwe ne. Divê hikûmeta Iraqê pêşî li xwerêxistinkirina civaka êzidî ya li Şengalê veke. Ev hêz niha li Şengalê tevdigerin. Ji ber vê yekê, YBŞ-YJŞ bandorek siyasî û civakî dike. Em li ser vê bingehê xebata xwe didomînin.
Polîtîkayên şerê taybet li dijî êzidiyan berdewam dikin. Wek hêzek rêxistinkirî, têkoşîna me li dijî wan berdewam dike.”
Viyan Hebalî, di axaftina xwe de wiha behsa peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir: "Felsefeya Rêber Apo ji bo me destpêkek nû û xwenûjenkirin e. Civaka êzidî bi felsefeyeke wiha xwe ji nû ve diafirîne û dike yek. Ev pir biqîmet e. Civaka êzidî Rêber Apo wek rêberê xwe dibîne. Ev rastiyek e. Rêber Apo di civînên xwe de her tim peyamek ji bo civaka êzidî heye. Nirxa ku Rêber Apo dide Êzidiyan mijareke rûmet û serbilindiyeke mezin e. Em bi van peyaman bi rûmet dibin. Êşa êzidiyan her tim di rojeva Rêber Apo de ye û em vê yekê jî dibînin. Peyamên Rêber Apo ji aliyê civaka êzidî ve bi hezkirineke mezin têne pêşwazîkirin.”
Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Viyan Hebabî, behsa girîngiya xweparastinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rola herî mezin a YBŞ-YJŞ’ê parastina vî gelî ye. Em ê tola fermanên berê hilînin û hêza xwe ya parastinê li dijî êrişên pêşerojê yên li dijî gelê me ava bikin.”
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN / DERYA REN







