
- Elîf Kaya destnîşan kir ku rabûna li ber qirkirina jinê berpirsyariya her kesî ye ku di nava lêgerîna jiyana azad û bi rûmet de ye.
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya tundî û qirkirina li hemberî jinê nirxand. Elîf Kaya anî ziman ku bîlançoya qirkirina jinê di vê serdemê de ne kêmî bîlançoya şer e û got, "Ev polîtîka ne li herêmekê yan jî li nava beşeke civakî ye; hema bibêje li her devera cîhanê bi rê û rêbazên cuda tê meşandin. Tenê li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di sala 2023'yan de 85 hezar jin û zarok hatin qetilkirin. Li welatekî weke Elmanyayê ku xwe demokratîk-nûjen pênase dike, li gorî daneyên Rêxistina Polîsên Krîmînal ên Federal ên Elmanyayê her sal nêzî 360 jin û zarokên keç têne qetilkirin. Bêguman ev yek ew hejmarên qeydkirî ne. Dema ku mirov yên nehatine qeydkirin jî lê zêde bikin wê ev hejmar bigihêje asteke metirsîdar. Li gorî van daneyan li her devera cîhanê her roj jin ji aliyê xizmên nêzî xwe ve; ji aliyê bav, bira, hevjîn, hezkiriyên xwe ve ku li binê heman sîwanê ne, heman sifreyê parve dikin, têne kuştin. Bêguman ev yek krîzeke mezin e, komkujiyeke mezin e û çavkaniya xwe jî piştperdeya civakî û dîrokî ye. Heta ku ev pirsgirêk ji holê neyê rakirin, heta ku çanda komkujiyê neyê rawestandin, bi navê civakîbûn, demokrasî û azadiyê gav nikare bê avêtin."
Elîf Kaya anî ziman ku ji bo mêr her tim ispat û hêzbûn tê ferzkirin, ji bo jinê jî serîtewandin tê ferzkirin û got, "Ev yek dibe sedema tundî û krîzê. Mêr her tim hewl dide xwe ispat bike. Ji bo karibe vê pêk bîne jî zextê dike, hewl dide gotina xwe ferz bike. Lewma di nava civakê de ji bo mêran rewa tê dîtin ku hikum li jinê bike û kuştin jî di nav de karibe her cûre tundiyê bi kar bîne. Sedema bêdengiya civakê li pêşberî ewqas komkujiyên jinan, ev feraseta qebûlkirinê ya veşartî ye ku nayê ser ziman. Hem sîstema baviksalarî hem jî dewlet di vê mijarê de di nava tifaqê de ne."
Elîf Kaya destnîşan kir ku rabûna li ber qirkirina jinê berpirsyariya her kesî ye ku di nava lêgerîna jiyana azad û bi rûmet de ye. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN







