Rojava paşerojek e, hêviya gelan e

Nûçeyên Jin

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 15:15

  • Rojava mîrateya hevpar a gelên li herêmê ye, gelên li tevahiya cîhanê ye. Rojava keda fikrê sosyalîzmê ya dîrokî ye. Lewma divê xwedî li bexçeyê gelan Rojava bê derketin û nirxên hatine afirandin bêne mezinkirin.

Demeke dirêj e nirxên şoreşa 14 salan a li Rojava dişopînim. Rewşeke mirovan matmayî dihêle ku di kîjan şert û mercî de ewqas nirx hatine afirandin. Rojava qadeke pîroz e ku bi berdêlên giran hatiye qezençkirin, azadkirin. Welatek e, paşerojek e, hêviya gelan e.

Li her bajarekî xwe, li her kolan û taxeke xwe, li her maleke xwe şopa şoreşê heye. Warekî welê ye ku dîrok şahidiyê jê re dike. Ew cografya ye ku di hevrikiya pîrozmendî û lanetê de xwe afirandiye.

Rojava li gel zor û zehmetiyan, zext, êriş û zîhniyetan jî weke kulîlek li çolê vebûye, li bihara gelan geş bûye. Bexçeyekî bihuştê ye ku bi berdêl û keda mezin a 14 salan hatiye afirandin. Li gel kêmasiyên xwe jî bexçeyê bawerî û gelan e ku lihevkirina civakî û destketiyên mezin lê hene.

Rojava bi vê baweriyê, bi vî fikrî rawestgeha dawî ya sosyalîzmê ye. Lê warê destpêkê yê sosyalîzma demokratîk e. Marksîzm û Lenînîzmê ku bi feraseta diyalektîka çep a Hegel sosyalîzm ava kir, nîşan da ku cîhaneke ji jiyanê pêkan e.

Lê belê diyalektîka ku fîlozofê Elman Hegel ava kir, bingeha du nêrînên cuda jî danî bû. Li aliyekî ve Hegeltiya rastgir, zemîn ji faşîzmê, netewe dewletan û fikrê faşîzmê re ava kir, Hegeltiya çep jî rê li ber Marksîzmê, feraseteke ber bi sosyalîzmê ve vekir.

Ji ber ku li herdu aliyan jî dewlet û desthilatdarî ji holê nehate rakirin, şoreşa pêk hat jî bi şeklî ma. Guherîn û veguherîna li nava civatê nekarî dîne holê. Tenê bi feraseteke şoreşê ya ku reng guhertiye ya berê xera kir, ya nû afirand û kir ku rêveberî û desthilatdarî bikeve destê çîna karker a ku bi sedan salan têdikoşiya. Lê belê ji ber ku veguherînên civakî bi feraseta li ser civakan di pêkanînê de kêm û şaş hate nirxandin, hilweşînê jî destpê kir. Ji ber ku rastiya desthilatdarî û dewletê bi têrkerî nehate nîşandan, lewma sîstemê hebûna xwe dewam kir. Tenê guhertineke şeklî çêbû, guherîna cewherî pêk nehat. Bi kurtasî şoreşê tenê hilweşand; rê li ber şoreş û azadiyeke civakî venekir.

Lewma şoreşên Marksîst, Lenînîst û  Maoîst ên bi ked û bi hezaran berdêlî hatin afirandin angajeyî sîstemê bûn, parastina herî mezin a sîstemê kirin. Sowyeta Lenîn bi Stalîn re veguherî faşîzmeke Sowyetê. Komunîzma Mao neçarî veguherîna kapîtalîst û sermayedar a herî mezin bû. Sosyalîzmek dûrî ji civakîbûnê tenê dikare bibe dewama sîstemê.

Ji ber vê yekê di nava sosyalîzmê de, di Marksîzm, Lenînîzm û Maoîzmê de divê fikrên nûbûyî bêne afirandin. Girîng e sosyalîzm jinûve bê nirxandin û civakîkirin. Sosyalîzma cihê jiyanê divê dûrî ferasetên şaş bi rengekî civakî bê destnîşankirin. Feraseta sosyalîzmê ya ku ne tenê ya çînekê ye li qadeke berfireh bê nirxandin û li nava civakê bê belavkirin.

Di vê çarçoveyê de Rêber Apo xwest aliyê kêm ên sosyalîzmê bibîne, biguherîne, veguherîne û civakî bike. Aliyên kêm ên sosyalîzma zanistî û sosyalîzma reel sererast kir, nêrîneke nû da sosyalîzmê û bi afirandina sosyalîzma demokratîk re cewhera esasî ya sosyalîzmê danî holê. Bêguman dema ku ev nêrîn afirand, ev yek weke hurmeta li ked û nirxên afirandî pêk anî.

Vaye bi fikrên Rêber Apo li Rojava sosyalîzm jinûve tê afirandin û bicihanîn. Ji ber ku li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sosyalîzma demokratîk a ku bi temamî civakî ye li gel hemû kêmasiyan jî dewam dike. Şoreşeke welê heye ku civak, zayend, bawerî û gel bi hev re nirxand diafirînin.

Di nava sîstemeke gelê de ku gel hurmet nîşanî hev dide; hev asteng nake, lê qîmetê dide hev, nirxan diafirîne, cîhaneke ji cihê jiyanê tê avakirin.

Rojava navê wê erdnîgariyê ye ku di navbera zayendan (jin-mêr) de wekhevî heye, ji wê jî wêdetir li ser xeta azadiya jinê jiyaneke rêveberî, aborî û civakî di meriyetê de ye. Wekheviya li parvekirina hatineyê, piştevaniya civakî û aboriya civakî ya komunal bi cih tê anîn. Rojava mozaîka gelan e ku fikrên cuda, franksiyonên siyasî û çandî yên cuda di nava aştiyê de fikrên xwe bi hev re parve dikin.

Jixwe sosyalîzma demokratîk jî ne ev e? Ne ya beşekê, ya hemû civakan, gelan, reng û baweriyan e. Rojava navê berhema destpêkê ya vê şoreşê ye. Rojava cihê gava destpêkê ya ber bi cîhaneke nû ye. Navê wê yekê ye ku di nava ewqas zext û êrişan de jî jiyaneke nû lê hatiye afirandin.

Rojava navê wî cihî ye ku nêrîneke nû daye sosyalîzmê û bi pêş ve biriye. Belê, Rojava rawestgeha dawî ya sosyalîzmê ye, navê gava destpêkê ya sosyalîzma demokratîk e. Ji ber vê yekê ewqasî balê dikişîne û ji bo gelan dibe hêvî.

Ji bo vê jî gava destpêkê parastina Rojava ye. Ji ber ku Rojava mîrate û nirxê hevpar ê gelên cîhanê ye. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/FIRAT DÎCLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.