'Ber bi Bajarên Jinan ve' keda kolektîf e

Nûçeyên Jin

Sêşem 18 Mijdar 2025 - 18:30

  • Gulay Kiliç bi lêv kir ku xebata "Ber bi Bajarên Jinan ve" dikare wekî rêbazek kolektîf a ji bo parastin û berfirehkirina destkeftiyên jinan, were hesibandin û wiha got:"Xebatên bi vî rengî yên ji bo parastina mafên, jinan bi têkoşînê bi dest xistine wêdetir diçin, rê li ber destkeftiyên nû yên civakî, aborî û siyasî vedikin."

ROZA METÎNA / AMED 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” hevdîtinek li Çand Amedê li dar xist. Di hevdîtinê de mijarên; “Bajarên jinan û azadî tê çi wateyê?”, “Di avakirina bajarên jinan de peywirên me çi ne”, “Bajarên jinan tên çi wateyê?” hatin nîqaşkirin. Her wiha jinan di konferansê de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rol û mîsyonan jinan.

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulay Kiliç têkildarî mijarê axivî. Gulay Kiliç wiha got:"Ev gava ku li Amedê hatiye avêtin ne tenê civînek e; ew pêvajoyek kolektîf e, mafê jinan ê bajêr diparêze û bingeha jiyanek wekhev û azad datîne."

Di vî bajarî de divê jin xuya bibin

Gulay Kiliç bal bir ser armanca civînê û wiha got:"Civîna 'Ber bi Bajarên Jinan ve' a li Amed'ê pêk hat, îfadeya îradeya avakirina bi hev re ya bajarekî ye. Di vî bajarî de divê jin xuya bibin, çalak bin û di her aliyê jiyanê de dengê wan hebin. Armanca sereke ya vê civînê ew bû ku jin, ji perspektîfa jinan ve li ser avakirina ji nû ve ya rêveberiyên herêmî nîqaş bikin. Armanc ew bû ku ji perspektîfa wekheviya zayendî polîtîkayên bajarî veguherînin û dengê jinan li bajarên wan xurt bikin. Ev civîn wekî platformek girîng e, tê de têkoşîna azadiya jinan bi rêveberiyên herêmî re dicive. Armanc ew e ku ezmûn, daxwaz û pêşniyarên jinan bê cem hev da ku nexşerêyek hevpar biafirînin. Her wiha nîşan dide ku ked, hevgirtin û hêza rêxistinkirî ya jinan dikare bibe hêmanek damezrîner a di jiyana bajarî de. Ev gava ku li Amedê hatiye avêtin ne tenê civînek e; ew pêvajoyek kolektîf e, mafê jinan ê bajêr diparêze û bingeha jiyanek wekhev û azad datîne."

Wê xebat kolefktîf bidomin

Gulay Kiliç da zanîn ew ê bi awayekî kolektîf xebatê bidomînin û wiha pê de çû:"Nexşerêya lêkolînê dê li gorî encamên civînê were destnîşankirin. Lêbelê, em wê wekî encamek dawî nabînin, ji ber ku ew ê bi mijarên taybetîtir û civînên komên spesîfîk ên li ser bajêr ve bê teşekirin û ev ê bibe sedema pêşxistina belgeyek siyasetê. Mekanîzmayên pêwîst ji bo bicîhanîna siyasetê jî dê bi saya aqilmendiya kolektîf a ji van civînan, werin pêşxistin."

Jiyaneke wekhev nîşan dide

Gulay Kiliç destnîşan kir ku ew dixwazin, bajaran li ser bingeha wekheviya zayendî ji nû ve ava bikin û wiha got:"Pêvajoya 'Ber bi Bajarên Jinan ve' a ku li Amedê dest pê kir gaveke bihêz e ku îhtîmala jiyaneke bajarî ya wekhev nîşan dide û tê de jin di her aliyê jiyanê de xwedî deng û hêza biryardayinê ne. Hewldanên bi vî rengî jinan hêzdar dikin da ku bibin mijar, torên hevgirtinê xurt bikin û bajaran li ser bingeha wekheviya zayendî ji nû ve ava bikin. Nêzîkatiya bajarên jinan ne tenê bingehên polîtîkayên jinan, lê di heman demê de bingehên beşdariya demokratîk, edaleta civakî û aştiya civakî jî xurt dike. Bajarên ku bi ked, deng û ezmûna jinan hatine bi teşekirin, rêûresmek civakî ya ewletir, dadmendtir û jiyanîtir radigihînin. Ji ber vê yekê, civîna 'Ber bi Bajarên Jinan ve' ne dawî ye; ew destpêka pêvajoyeke nû ya veguherîna civakî ye û ji hêla jinan ve tê rêvebirin."

'Ber bi Bajarên Jinan ve' keda kolektîf e

Gulay Kiliç bi lêv kir ku xebata "Ber bi Bajarên Jinan ve" dikare wekî rêbazek kolektîf a ji bo parastin û berfirehkirina destkeftiyên jinan, were hesibandin û wiha dewam kir:"Di demek ku êrîşên sîstematîk li ser destkeftiyên jinan zêde dibin de, xebata 'Ber bi Bajarên Jinan ve' dikare wekî rêbaz û kedek kolektîf a ji bo parastin û berfirehkirina van destkeftiyan were hesibandin. Xebatên bi vî rengî yên ji bo parastina mafên jinan bi têkoşînê bi dest xistine wêdetir diçin, rê li ber destkeftiyên nû yên civakî, aborî û siyasî vedikin. Beşdariya çalak a jinan di jiyana bajarî de, beşdariya wan di pêvajoyên biryardayînê de û xurtkirina torên hevgirtinê ne tenê mayîndehiya destkeftiyên heyî misoger dike, di heman demê de têkoşîna rizgariya jinan di aliyê herêmî de ji nû ve ava dike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.