25’ê Mijdarê roja berxwedanê ye

Nûçeyên Jin

În 21 Mijdar 2025 - 18:30

  • Sofya Alagaş têkildarî 25’ê Mijdarê diyar kir ku Komara Domînîkê ji bo ku têkoşîna jinan têk bibe, bi rêya tirsê jinan ji têkoşînê dûr bixe her sê xwişkên têkoşer qetil kir û got:”Lê jin netirsiyan û têkoşîna xwe mezin kirin. Ev têkoşîn îro li hemû cîhanê belav buyê. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan pir bi wate ye, ji ber ku ev roj rojeke mîrate, berxwedan û têkoşînê ye.”

ROZA METÎNA / AMED 

Di sala 2025'an de jî jin 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi çalakiyên curbecur pêşwazî dikin. Jin îsal bi dirûşmeya "Bi civaka azad ber bi azadiya bê tundî ve" li qadan dengê xwe bilind dikin. Li dijî tundiya sîstematîk a pergala baviksalarî soza xwe ya mayindekirina berxwedanê dubare dikin.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de nêrînên xwe anî ziman. Sofya Alagaş got:"Tevî hemû êrîşan jî jin li ber xwe didin, qadên berxwedanê vala nahêlin. Vê yekê jî bi têkoşînek hevpar pêk tînin. Ev yek pir hêja ye."

25’ê Mijdarê roja berxwedanê ye

Sofya Alagaş di destpêkê de diyar kir ku rihê jinan yê têkoşînê di 25’ê Mijdarê de bi yêk dengî li cîhanê, gerdûnê belav dibe û got:"Îro bandora 25’ê Mijdarê li ser jiyana me hemû jinan heye. Ji ber ku bandora vê rojê li ser jiyana me jinan heye ji bo me jinan pir girîng e. Her çiqas di 25’ê Mijdarê de li Komara Domînîkê sê jinên têkoşer hatibin qetilkirin jî ev roj ji bo me ne tenê rojeke xemgîniyê ye, roja têkoşînê ye. Komara Domînîkê ji bo ku têkoşîna jinan têk bibe, bi rêya tirsê jinan ji têkoşînê dûr bixe her sê xwişkên têkoşer qetil kir. Lê jin netirsiyan û têkoşîna xwe mezin kirin. Ev têkoşîn îro li hemû cîhanê belav buyê. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan pir bi wate ye, ji ber ku ev roj rojeke mîrate, berxwedan û têkoşînê ye. Her roj ji bo jinan têkoşîne lê wateya vê rojê cuda ye."

Cudahiya 25'ê Mijdara îsal

Sofya Alagaş li ser cudatiya 25'ê Mijdara îsal ji yên salên dinê ev tişt got:"Li her welatî cudahiya 25’ê Mijdarê heye. Her sal wate û girîngiya 25’ê Mijdarê cuda dibe. Îsal li Kurdistan û Tirkiyeyê cudahiya 25’ê Mijdarê ya ji salên borî pir zêde ye. Taybetî jî ji bo jinên kurd pir girîng e. Îsal bi însîyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pevajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' dest pê kir. Di çarçoveya pêvajoyê de perspektîfên birêz Abdullah Ocalan hate parvekirin. Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi xwe bandoreke mezin li ser têkoşîna jinê dike. Em di bin bandora vê pêvajoyê de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Jinên kurd îsal hem li hemberî hemû cureyên tundiyê dê li ber xwe bidin, li dijî tundiyê dê têkoşîna xwe mezin bikin. Ya din jî dê carek din daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Ji bo civakeke demokratik divê aştî were vî welatî. Ji bo aştiyê jî divê birêz Abdullah Ocalan azad be. Eger pêvajo serkeftî bibe dê civakekê demokratik ava bibe. Ya din jî di çarçoveya pêvajoyê de perpektîf an jî manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate parvekirin. Ev manîfesto ji bo têkoşîna jinê rêyeke nû vedike. Jinên kurd niha li ser vî esasî têkoşîn û berxwedana xwe ji nû ve dihûnin. Li ser vî esasî jî dadikevin qadan. "

Qeyûm cureyê tundiyê ye

Sofya Alagaş li ser cureyekî tundiyê, tayinkirina qeyûman jî wiha got:"Polîtîkayên qeyûman yek êrîşên li Gelê Kurd e. Nenasîna îradeya gelê kurd e. Qeyûm cureyê tundiyê ye. Ev wekî şerekî taybet e. Bi rêya qeyûman çand, huner û ziman tên pişaftin. Di heman demê de li ser kesayeta civakê tê lîstin. Qeyûm dema tên destpêke êrîşî saziyên ziman û saziyên jinê dikin. Ev yek tiştekî pir taybet e. Di heman demê de polîtîkayên qeyûman êrîşek li dij sîstema hevserokatiyê ye. Hevserokatî deskeftiya kê ye? Ya jinan e. Ji bo destkeftiyên jinan ji holê rabikin polîtîkayên qayûman dixin merîyetê. Em dikarin bibêjin ev polîtîka êrîşeke iradeya jinê ye. Tundiyeke cuda ye. Taybetî tundiya li ser îradeya jinê ye. Tundiya li ser çand, huner û zimanê gelekî ye. Polîtîkaya qeyûm bi xwe hemû cureyên tundiyê di hundirê xwe de dihewîne. Qeyûm bi xwe rengê pergalê zelal û baş dide nîşandan."

Jin qadan vala nahêlin

Sofya Alagaş bi lêv kir ku îsal jinan dîsa terka qadan nekirine û wiha dewam kir:"Ev yek nîşan dide ku rihê her sê Xwişkên Mîrabel hêj jî zindî ye û di qadan de li ber xwe dide. Li Kurdistanê jî di şexsê her sê xwişkan de jî rihê Rindê Xanan, Leyla Xanan, Zerifeyan, Sarayan û her wiha gelek jinên têkoşer di qadan de li ber xwe didin. Xwiya dike ku di sedsala 21’emîn de êdî kes nikare têkoşîna jinê lawaz bike yan jî têk bibe. Tevî hemû êrîşan jî jin li ber xwe didin, qadên berxwedanê vala nahêlin. Vê yekê jî bi têkoşînek hevpar pêk tînin. Ev yek pir hêja ye. Ji ber ku êrîşên li ser jinê bi rastî ewqas dijwar in ku mirov nikare pênase bike."

Bêcezahiştin zilmê zêde dike

Sofya Alagaş destnîşan kir ku niha bi taybet daraz û polîtîkayên bêcezatiyê li hember jinan tên bikaranîn û wiha got:"Bêcezahiştin polîtîkayeke pergalê ye û vê yekê jî pir bi baş bi kar tîne. Di bin navê qanûnan an jî hiqûqê de gelek kujer an jî ew kesên tundiyê li ser jinê dikin bê ceza dimînin. Pergal bi rêya bêcezahiştinê hêzê dide mêran. Bêcezahiştin jî zilma mêran zêdetir dike. Ji ber ku dizane çi bike bila bike qanûnên pergalê wî diparêze. Bêcezahiştin jî tundiyeke dadê ye. Jin bi biryarên bêcezahiştinê ji aliyê dadê ve careke din tundiyê dibînin. Ev tundî jî li ser rihê jinê li ser dêrûniya jinê tê kirin. Dadgeh jî saziyeke vê pergalê ye û ew jî bi biryarên bêcezahiştinê erka xwe bi cîh tîne. Ji ber wê jî divê li hemberî van biryaran jî jin têkoşîna xwe mezin bike. Ji bo civakeke ji tundiyê dûr têbikoşê. Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, 'Divê pirsgirekên xwe ne bi rêya tundiyê bi rêya muzakereyê safî bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.