Li Muzeyê quncikek ji Apê Mûsa re

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 01:35

ÎGC'ê bi munasebeta “Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin” li Muzeya Çapemeniyê quncika Apê Mûsa vekir.

Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Izmîrê (ÎGC), ji bo “6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin” li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê daxuyanî da. Keça rojnamevan Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’an de hat şehîdkirin, Rahşan Anter jî beşdarî dayîna daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de serokê ÎGC’ê Mîsket Dîkmen axivî.. Wî diyar kir ku fikrên rojnamevanên mîna Ûgûr Mûmcû, Abdî Îpekçî, Çetîn Emeç, Tûran Dûrsûn, Ahmet Taner Kışlali, Metîn Goktepe, Hrant Dînk û Mûsa Anter hêj dijîn: “Deynê stuyê me ye ku em navê wan li dinê bihêlin.”

Rahşan Anter jî got, “Gotineke bavê min hebû, digot ‘Izmîr jî ya me ye Colemêrg jî ya me ye’. Niha jî gora bavê min li Nisêbînê ye bibîranîna wî li vir e. Ez bi bibîranîna bavê xwe ya li vir şanaz im. Hêvî dikim ku rojnamevan êdî neyên kuştin. Êdî bes e.”
Piştî daxuyaniyê, li “Odeya Rojnamevanên Hatine Kuştin” a muzeyê bi tevlîbûna Rahşan Anterê quncika Mûsa Anter li pêşangehê hat vekirin.

IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.