Li Misrê peykerê Bûda

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Gulan 2023 - 03:14

Wezareta Turîzm û Berhemên Kevnar a Misrê da zanîn ku arkeologan li bajarê Berenîke yê ku weke bajarekî li peravên deryayê jî tê zanîn, peykerên Bûda dîtine. Arkeologan, peykerê Bûda li bendera deryayî dîtine. 

Peykerê Bûda yê ku hatiye dîtin ji mermerên Deryaya Spî hatine çêkirin. Ev peyker nîşana bazirganiya di navbera Romaya Antîk û Hindistanê de jî nîşan dide û di heman demê de weke peykerê yekem ê ku li Rojavayê Efxanistanê hatiye dîtin tê zanîn. 

Tîmên Lehî û Emerîkî yên arkeolojiyê bi hev re ev xebat meşandine û teswîrê Bûda yê di binê erdê de kifş kirine. Li gorî lêkoleran peykerê Bûda yê ku di bin erdê de nû hatiye dîtin di Sedsala Duyem de, li Skenderiyê hatiye çêkirin.

Tişta ku vî peykerî balkêştir dike û dike ku girîng were hesibandin, nîşaneya wî ya rêyên bazirganiyê ye. Yanî peykerê Bûda îşaret bi têkiliya di navbera Roma, Misr û Hindistanê de dike. 

Bajarê Berenîke Beriya Mîladê di Sedsala Sêyem de hate avakirin. Heta ku Piştî Mîladê di Sedsala 6’an de Romayê bajar terikand jî, yek ji benderên herî mezin û girîng ên Misrê bû. Ji lewma jî ew weke navenda bazirganiyê jî dihat zanîn û gelek tişt li wir dihatin firotin.

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.