Li Minbicê 2 zarok birîndar bûn
Çarşem 13 Îlon 2023 - 00:17
Li Minbicê zarokên bi navên Mewas Hisên El Mistefa û Îyad Mihemed Xêr El Mistefa di encama teqîna bermahiya topeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.
Zarokên bi navên Mewas Hisên El Mistefa û Îyad Mihemed Xêr El Mistefa dema li derdor gundê Cerad ê bakurê Minbicê pezên xwe diçêrandin, di encama teqîna bermahiya topeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.
Birîna her du zarokan sivik e û li bajar tên dermankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane êrişî gundên bakurê bajarê Minbicê dikin. Êriş ji destpêka Îlonê ve dijwartir bûne, di encamê de 5 kes şehîd bûn û zêdetirî 7 kesên din birîndar bûn.
ANHA/MINBIC