Li Mexmûrî pîrozbahiya vejînê

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:37

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên bi boneya salvegera 44´an a damezirandina PKK’ê, ku weke cejna vejînê tê pîrozkirin, dewam dikin. 

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi awayekî girseyî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û bi meşekê berê xwe da goristana wargehê. Di meşê de posterên Rêber Abdulah Ocalan, alên PKK, KJK û YJA-Starê hatin bilindkirin. Her wiha di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”  û “Jin jiyan azadî” hatin gotin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê li goristanê, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan got, “Me di nava 44 salan de ji bo nasname û mafên gelê Kurd gelek berdêlên giran dan. Em dibêjin, heta ku xwîn di laşê me de bigere, me sozek daye Rêbertiyê û şehîdên xwe, em ê li ser vê xetê bimeşin heta ku em ala Kurdistanê li serê çiyayên Kurdistanê, li nava gund û bajarên Kurdistanê bilind bikin, em dev ji vê dozê bernadin.”

ROJNEWS/MEXMUR

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.