Li Mexmûrê nobeta ji bo azadiyê
Sêşem 4 Sibat 2025 - 02:55
Çalakvanên jin ên Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê dan zanîn heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê li berxwe bidin û wiha gotin:” Heta Rêber Apo azad bibe, çi bikeve ser milên me em ê bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha sala 2023’yan de bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin hatibû destpêkirin, bi biryardariyek mezin didome.
Çalakvanên jin ên Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryardariya xwe ya domandina çalakiyê de axivîn.
Li gor gotina aştiyê tevnagerin
Çalakvana bi navê Qûmrî Tunç, diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê belav dibe û wiha axivî: “Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê girtin lê têvî vê yekê jî fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cîhanê belav dibe. Li seranserê Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Rêber Apo rêberê tevahî mirovahiyê ye. Lewma dewleta Tirk ewqas êrişê gelê Kurd û Rêber Apo dike. Dewleta Tirk dibêje em aştiyê dixwazin lê li gorî gotinên xwe tevnagere.”
Çi bikeve ser milê me em ê bikin
Qumrî Tunç, wiha qala biryardariya xwe ya çalakiya nobetê ya zêdetirî saleke didome kir: “Çalakiya me nêzî 2 salan e bi biryardariyek mezin û bernameyên cuda didome. Em di çalakiyê de li dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo guhdarî dikin û dema xwe tije derbas dikin. Heta Rêber Apo azad bibe, çi bikeve ser milên me em ê bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”
Wê têkoşîn bidome
Zemê Denîz jî da zanîn ku daxwaza wan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ev 26 sal in Rêber Apo li girtîgehê ye. Bi Rêber Apo re çend caran hevdîtin çebûn lê ev têr nake. Divê Rêber Apo bi awayekî fizîkî, azad bibe û em bi hev re jiyana azad bijîn.”
Zemê Denîz, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk li aliyekî hevdîtinê dike, li aliyê din jî êrişên xwe didomîne û wiha axivî: “Em vê yekê qebûl nakin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev nezî 2 sal in çalakiya nobetê bi moraleke zêde didome. Em wek gelê wargehê ji bo Rêber Apo hemû tiştê bikin û heta Rêber Apo azad nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber e
Mirarî Nêrwehî jî têkildarî armanca çalakiya nobetê wiha got: “Ez destpêkê tevahî şehîdên vê mehê bi bîr tînim. Ji bo azadiya Rêber Apo nêzî 2 salan e çalakiya me berdewam dike. Armanca çalakiya me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Em di çalakiyê de li perspektîf û dahûrandinên Rêbertî guhdar dikin. Gelê wargehê serdana çalakvanan dike. Heta Rêber Apo azad nebe, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Mirarî Nêrwehî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet dibêje aştî lê kiryarên wê cuda ne. Pêvajoya aştiyê tenê bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.”
NÛJINHA/MEXMÛR