Li Mêrdînê 6 kes kirin binçavan
Çarşem 19 Gulan 2021 - 03:08

Dewleta Tirk a înkarker û qirker doh li Mêrdînê dîsa êriş kir û hejmareke kes kirin binçavan. Di nava binçavkiriyan de nivîskar û siyasetvan Feratê Dengizî û jina 72 salî Meles Gultekîn jî hebû.
Doh destê sibê polîs û leşkerên Romê li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina li navçeya Stewrê, nivîskar û hevşaredarê berê yê navçeyê Mehmet Aydin Alokmen (Ferat Dengizî), endamê HDP’ê Bedîî Yilmaz û Ayşe Bozan; li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê ya Mêrdînê Halîl El, esnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay, jina 72 salî Meles Gultekîn û welatiyê bi navê Zekî ku navê wî nehat zanîn hatine binçavkirin.
Dewleta dagirker biryar daye ku heta 24 saetan kes nikaribe bi binçavkiriyan re hevdîtinê bike.
MA/MÊRDÎN















