Li Licê polêsan bi êşkencê xwestin zarokekî bikin Tirk

Pêncşem 23 Adar 2023 - 00:15

  • Li navçeya Amedê Licê, polêsên Tirk zarokekî 14 salî revand, êşkence lê kir, lê ferz kirin bibêje “ez Tirk im”, xeberan bide Kurdan. Wan paşê dest, li ng û devê wî girê da û ew avêt çemî. 

Li navçeya Amedê Licê, zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî pêr bi şev bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê. Polêsan dewleta Tirk hingê ew sekinandin û piştre ew revandin û êşkence lê kirin. 

Polêsên dewleta Tirk bê sedem zarokê 14 salî revandin. Wan ewilî ew bir bir zeviyeke tena a li ser rêya gund. Piştre polêsên Tirk li Y.D. ferz kir da ku bibêje “ez tirk im” û bi gotina “Xebera bêje kurdan, sirûda neteweyê Îstîklalê bixwîne” li wî dan û ew bi êşkenceyê anîn ber mirinê. Polêsên dewleta Tirk paşê dev, dest û lingên zarokê 14 salî girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Di tariya şevê de gundiyek pê hesiya ku zarok di nava çiravê de ye. Paşê zarok birin nexweşxaneyê. Hîna tehlûke heye ku çavekî zarokî bi temamî kor bibe. 

 

Gotin bibêje ez Tirk im 

Y.D. anî ziman çar polêsên dewleta Tirk êşkence li wî kiriye û got, “Ez birim cihekî tena û çep. Gotin ‘bibêje ku ez Tirk im.’ Bi qontaxa çekê li min xistin, piştre jî dest û lingên min girêdan. Dû re jî ez avêtim çalekê.”

 

Divê tu sixêfa li Kurdan bikî 

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, tiştên bi serê Y.D. de hatin, wiha vegotin: “Zarok li navenda navçeya Licê dijî. Dema êvarî bi hevalekî xwe re vedigere malê, polês wî disekinînin. Hevalê wî yê 10 salî berdidin û wî dibin cihekî tena. Bi qontaxa çekan lê didin. Hem li zarokê dixin hem jî her tim jê dixwazin ku bibêje ‘ez tirk im, xebera bêje kurdan’. 

 

Gefa kuştinê li zarok dixwin 

Piştî ku zarok van nake jê dixwazin Sirûda Îstîklalê ji ber bike. Jê re dibêjin heke tu ji ber nekî ‘Em ê werin te bikujin’. Pişt re diavêjin nav çirava kêleka çem a di nav navçeyê re derbas dibe. Bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî li wir dihêlin. Gundiyekî ku li sewalên xwe yên li govê dinihêrî li ser dengên bihîstî, pê dihese. Û dibe nexweşxaneyê. Zarokê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora lêdanê didinê, sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle tê kirin. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û tehlûke heye ku çavê xwe yê rastê ji dest bide. Ji çavê wî her tim xwîn tê û nikare çavê xwe veke.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.