Li Kurdistanê çareserî siyasî ye

Şemî 10 Sibat 2024 - 04:55

Aktîvîstên fransî ku di navde rojnameger, hunermend, civaknas û nivîskar jî hene, ji bo balê bibin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd deklarasyonek parve kirin. Rojnameya fransî L’Humanité, bi manşeta “Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye” bal bire ser tecrîda Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê girtî ne. 

Daxuyaniya ku aktîvistên fransî bi sernavê  “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” wiha ye:

Abdullah Ocalan berdin 

Salek nû dest pê dike. Û ev li Kurdistanê bi awayekî xerab dest pê dike; piştî ku dewleta tirk di nava bêdengiya dewletên navneteweyî de bombekirina Rojava berdewam kir, di kûrahiya zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî ji bo edaletê diqîrin. Greva birçîbûnê ya bi komî piştî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest pê kir heta îro didome. Çalakiya greva birçîbûnê li zêdetirî sed girtîgehan bi hezaran girtî xist nava tevgerê. Girtî careke din bi vê çalakiyê bang dikin ku Rêber Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an heta niha di bin tecrîda giran de ye, serbest bê berdan. Bi vê çalakiyê dixwazin Rêberê PKK’ê serbest bê berdan. Demekê Rejîma Apartheid, Nelson Mandela bi mohra 'terorist' reş kiribû. Lê Mandela pirsgirêk çareser kiribû. Îro li Tirkiyeyê Ocalan jî wekî vê mînakê, tekane kesê ku pirsgirêka kurd çareser bike ye. Rêberê Otonomîst, bi dehan sal in muzakereyan dike. Ji bo çareseriyek aştiyane û adil bang dike. Dubare diyar dike ku dikare bi navbênkariya hêzên navdewletî dikare teslîm bike. Hevdîtinên ji bo aştiyê di sala 2013’an de dest pê kiribû. Lê 2 sal şûnde parazvanê sextekar ê Filistiniyan û zalimê rasteqîn ê kêmnetewan dixe kontrola xwe ev pêvajo binpê kir û dawî lê anî. Mehkûmên kurd bang li piştevaniya navneteweyî dikin. Divê ev dengê wan li her derê bê bihîstin; divê dengê wan bigêje her derê. Welatên Rojava, têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî bi endamê sereke yê NATO re berdewam dikin. Her welatî di mudaxaleya polîtîkayên derve yên hikûmeta xwe de xwedî mafê gotinê ne. Her gotin divê li ber çavan bê girtin. Her bêdengî jî wisa ye.

Şer bi siyasetê çareser dibe 

Wekî em dizanin şer tenê bi rêyên siyasî tên çareserkirin. Gelek kengî bê bindestkirin, wê li ber xwe bide. Di dîrokê de kesên hatin bindestkirin, li Hindistan, Vietnam, Cezayir û Efrîqaya Başûr di encama berxwedanê de azadiya xwe bi dest xistin. Bêguman wê gelê kurd jî rojekê bigihije azadiya xwe. Niha li dijî rejîma otokrasî, şer û nijadperestiyê, parastina demokrasiyê tê kirin. Em li ser axa xwe destekê bidin wan.

Guh bidin Abdullah Ocalan 

Em guh bidin Abdullah Ocalan, guh bidin Selahattîn Demîrtaş, guh bidin Sebahat Tuncel. Em li aktîvîsta kurd û TJA’yê û hevşaredara berê Ayşe Gokkan, Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara berê Gultan Kişanak, stranbêj Nûdem Dûrak, stranbêj Erkan Belî, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, rojnameger û nûçegihanê DÎHA’yê Ziya Ataman, Nedîme Yaklav ku 30 salin girtî ye û nayê berdan, Mûstafa Mûrat Perîşan ku 30 sal in girtî ye û ji ber poşmaniyê qebûl nake û nayê berdan, Selver Yildirim û Abdulalîm Kaya ku girtiyên nexweş in û nayên berdan guhdar bikin. Em wekî welatiyên fransî van daxwazan bikin. Em bixwazin ku Fransa bazirganiya aborî û leşkerî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. PKK’ê ji lîsteya 'Rêxistinên terorê' derxe. Bi rêya Interpolê hevkariya polîs û edlî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Biryara veşartina lêpirsîna dosyaya kuştina 3 jinên kurd ên di çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin bê rakirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.