Li Kobanê nexweşxane rûxand li Dêrikê komkujî kir

Duşem 21 Mijdar 2022 - 00:39

  • Dewleta Tirk a dagirker pêr bi şêv û doh sibehê êrişî seranserê Rojava kir. Di van êrişên hewayî yên artêşa dagirker de li Dêrikê di komkujiyekê de 11 welatî şehîd bûn. Li Kobanê jî dagirkeran nexweşxxaneyek bi temamî rûxand.

Dewleta Tirk a dagirker pêr bi şev careke din bi balefirên şer êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarên li Kobanê, Şehba û Cizîrê bombebaran kirin. Rêya Cerablus û Daristana Kobanê yên li rojavayê bajêr, taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê li rojhilatê bajêr û girê Miştenûr hatin bombebarankirin. Dewleta tirk Girê Miştenûrê doh sibehê dîsa bi balafirên şer bombebaran kir. Di vê êrişê de nexweşxaneya Kobanê ya li ser girê Miştenûrê bi temamî hat rûxandin. Her wiha balafirên şer gundê Belîniyê yê ser bi Şehbayê jî bombebaran kirin.

 

Dagirkeran li Dêrikê komkujî kir

Balafirên şer bi awayekî zêde li ser bajarên Dêrik û Qamişloyê geriyan û êriş kirin. Bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzîkî Qereçoxa ser bi Dêrikê jî bombebaran kir. Di êrişê de pêşî li gundê Teqil Betil wesayitek hat hedefgirtin û 2welatî şehîd bûn. Welatiyên ku çûn bi hewara birîndaran ve jî paşê ketin ber êrişê û 9 welatiyên din jî şêhîd bûn.  

 

Nûçeguhanê ANHA’yê şehîd bû 

Di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li Dêrikê de nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah jî şehîd bû.

Îsam Ebdullah ji bo ku rewşê bişopîne bi hewarê re çûbû cihê bûyerê. Di êrişa duyem a dagirkeran de Îsam Ebdullah jî şehîd bû.

Di heman êrişê de 6 kesên din jî birîndan bûn û di ava wan de nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Ceradê jî heye. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku di êrişâ li Dêrikê de bi giştî 11 welatî şehîd bûne û 6 jî birîndar bûne.

 

QSD wê bersivê bide êrişan

Fermandariya Giştî ya QSD’ê got, "Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj bû amadekariyên êrişeke berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Roja 19’ê Mijdarê bi şev êrişeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrişê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrişên hewayî heta danê sibehê bi navber dewam kir.

Di encama van êrîşan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê, dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din gel kire hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Her wiha cihê belavkirina kehrebê jî zirareke mezin dît.

Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobetdar ku nobeta embarên genim û cihên zîraetê digirtin, şehîd bûn û li xeta Ebû Rasen jî şervanekî me şehîd bû.

Li Kobanê di encama êrişên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek zerar bû li mal û milkên hemwelatiyan.

Ev komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin. Di zeman û cihên guncaw de bersivên bi bandor û pêwîst wê werin dayîn."

QSD’ê da zanîn ku di êrişan de 15 leşkerên hikûmeta Sûriyê jî hatine kuştin.

 

Bang li civaka navneteweyî kirin

Hevseroka Desteya Rêveberiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrişan got, "Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Dêrik, Dirbesiyê û Eyn Îsa dikin. Tirkiye herêma herî bi ewle neewle dike. Em gazî civaka navneteweyî dikin ku êrişkariya Tirkiyeyê bide sekinandin." 

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, Endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsîf û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Yûsif got, ew dê li hemberî ti êrişan serî netewînin û xaka xwe biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.