Li Kerkûkê 4 DAIŞ’î hatin kuştin

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 00:15

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê ragihand ku di encama du êrişên hewayî de, li sînorê Kerkûkê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê li sînorê Leylan ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, stargehên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê balafirên F16 ve hatine bobmebaran kirin.

Hate gotin ku di encama du êrişên hewayî yên li ser çeteyên DAIŞ’ê de, 4 çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, piştî êrişê hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê û cenazeyê çeteyan dîtine.

Herwiha hate diyarkirin ku gelek çek û amûrên peywendîkirinê jî hatine desteserkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.