Li kampê mazot dan xelkê

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 01:51

SÎBELCAN SELMAN/ANHA/HESEKÊ

 

Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê di Cotmeha 2019’an de, gelek ji xelkê bajêr koçber bûn. Gelek ji wan jî li Kampa Waşûkanî û Kampa Serîkaniyê yên li Hesekê hatin bicihkirin. Ev koçber ji ber rewşa nebaş û bêdengiya rêxistinên navneteweyî gelek zehmetiyan dikişînin. Lê tenê Rêveberiya Xweser pêdiviyên koçberan peyda dike, bi hewara wan ve diçe.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got, “Di vê demê de kelûpelên wek cilên zivistanê û betanî li niştecihên kampê tên belavkirin. Wê sobe tenê li malbatên ku di vê dawiyê de ji dibistanan hatine û li kampê bi cih bûne, werin belavkirin. Me dest bi belavkirina mazotê jî kiriye û em her 10 rojan 42 lîtreyan didin her malbatê.”

Di kampê de 16 hezar û 22 koçber di hezar û 988 konan de dimînin. Di vê dawiyê de 400 malbatên ji dibistanan hatine jî li kampê bi cih bûne.

 

Rewşa Kampa Serêkaniyê

Hevserokê Kampa Serêkaniyê Yilmaz Îbrahîm jî got, ku ji dema avakirina Kampa Waşûkanî ve, Rêveberiya Xweser kon li malbatan belav kirine û heta niha ji bilî wan ti kesê din konên nû belav nekirine.

 

Rêxistinên derve bi kêrî tiştekî nayên

Der barê rola li kampê ya rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî û alîkariya wan de Îbrahîm got, “Rêxistinên di kampê de bê feyde ne, bi bihaneya ti alî destekê nade wan, ti alîkariyê nadin koçberan.”

Îbrahîm dide zanîn ku para rojane ya mazotê ya her malbatê mehê 120 lître ye.

Îbrahîm wekî din da zanîn ku di kampê de 2 hezar û 640 kon hene, tê de 2 hezar û 500 malbat li cihê kevin dijîn, lê piştî giranbûna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Zirganê, cihekî din li kampê hat zêdekirin û 360 konên din hatin danîn. Di van konên nû de jî 277 malbat bi cih bûn.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.