Li kampa Waşûkanî 2 zarok şewtîn
Yekşem 7 Tebax 2022 - 22:30
- Li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê, agir bi konekî ket. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Herdu birayên hev bûn.
Li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê, agir bi konekî ket. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Herdu birayên hev bûn.
Li Kampa Waşûkanî xelkê Serêkaniyê dimîne yê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçber bûne.
Şemiyê derengî şevê li vê kampê agir bi konekî ket. Di encamê de Ebid Mehmûd Semo yê 6 salî û Zahir Mehmûd Semo yê 5 salî, jiyana xwe ji dest da. Her du birayê hev bûn.
Li gorî agahiyan, heta ku tîmên vemirandina şewatê gihîştin deverê, agir bi 5 konên din jî ket. Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.
ANHA/HESEKÊ