Li Kampa Holê 31 çete hatin girtin

Sêşem 30 Çile 2024 - 15:11

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê di 3 rojên pêşîn ên Operasyon Mirovî û Ewlehiyê de 31 çete û kesên bi wan hevkar in girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27`ê Çileyê destpêkirina qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ragihand. 
Hêzê xebatên lêgerînê ji beşa muhecîrat a kampa Holê dest pê kirin.

Piştî destpêkirina operasyonê, jin û zarokên DAIŞ`ê li beşa muhecîrat bi keviran êriş rojnamevan û hêzên ewlehiyê kirin û di encamê de nûçegihanek birîndar bû.

Di roja yekemîn a operasyonê de hêzên beşdar gelek mayîn desteser kirin. Her wiha çeteyekî ku cilê jinan li xwe kiribû girt û tonel dîtin.

Di êvara roja yekemîn a xebatên lêgerînê de, jinan û zarokên DAIŞ`ê tevlihevî di nava kampê de derxist, êriş noqteyên tîmên qeydkirina belgeyên niştecihên kampê kirin û hewl dan wan noqteyan bişewitînin.

28`ê ÇILEYÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) di roja duyemîn de xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat a kampa Holê de domandin.

Tûnekel ku 2 çete tê de xwe veşartibûn dîtin, ew çete girtin. Her wiha çekên birek û kêr desteser kirin, lêgerîn li zêdetirî ji sedî 80`ê wê beşê çêkir.
Hêzên beşdar di 2 rojan de 4 mayîn desteser kirin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar in girtin.

29`ê ÇILEYÊ

Di roja sêyemîn a operasyonê de, xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat de berdewam kirin. Hêzê gelek stargehên nû dîtin, gelek çete girtin, alên DAIŞ`ê û diravên metal ên çeteyan, bombeyeke destan, sûr û gelek amûrên leşkerî desteser kirin.

Di sibeha 29`ê Çileyê de zarokên DAIŞ`ê agir dadan, li dorê xelek çêkirin, bi keviran êriş hêzên ewlehiyê û leşkerî  kirin û di destê wan de kêr hebûn sloganên çeteyên DAIŞ`ê berz kirin.

Li aliyekî din, Rêveberiya Kampa Holê, qeydkirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`ê yên di beşa muhecîrat de dimînin, didomîne ku navên wan qeyd dike, wêneyên kesayetî ji wan re dikişîne û şopê destan û çavan jî digire.

Di 3 rojan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 kesên din girtin. Bi wê re heta niha 31 kes li kampê hatine girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.