Li Imraliyê Hiqûqa Îstîsnayê likar e

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:13

Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz da zanîn ku şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê li dijî hiqûqê ne û ya ku li Imraliyê likar e Hiqûqa Îstîsnayê ye. 

Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan axivî û got tecrîda li ser Ocalan din av sînorên hiqûqa heyî de nikare were şîrovekirin. 

 Hiqûqa Îstîsnayê tê sepandin

Sarsilmaz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan rêbazeke îşkenceyê ye û di vê heyamê de veguheriye bêpêwendiyeke mutleq û got ku parêzer nikarin ji bo vê rewşê pênaseyeke hiqûqî bikin. Sarsilmaz ê ku ji MA’yê ji Ibrahîm Irmak re axivî, got: “Binêrin, em behsa rewşeke ku 35 meh in ji hikumxwarekî tu xeber nayê girtin dikin. Em dizanin ku beriya wê jî di navbera salên 2011-2019’an de 8 salan hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan hatibû astengkirin. Qanûna înfazê eşkere ye, xala 25'ê ya qanûna înfazê mafê her hikumxwarî yê hevdîtina bi malbatê re di xwe d edihewîne. Di xala 59'an a heman qanûnê de hevdîtina hikumxwaran bi parêzerên xwe re jî hatiye tertîbkirin. Em dibînin ku li dijî van rêgezên qanûnî yên zelal, hevdîtina birêz Abdullah Ocalan a bi malbatê û ya jî bi parêzeran re tê astengkirin. Ji bo wî hiqûqeke îstisnayî tê sepandin." 

 Rewşa Imraliyê bi hiqûqê nayê gotin 

Sarsilmaz diyar kir ku şert û mercên girtina Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û navxweyî ne, lê Tirkiyeyê heta niha di vê mijarê de tu gav neavêtiye û wiha got: “Bi giranbûna pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan re, em dibînin biryarên binpêkirinê yên der barê wî de jî nayên sepandin. Di dadgehê de di sala 1999 de cezayê îdamê lê hat birîn û piştre jî li gorî rêziknameya xala 17’an qanûna têkoşîna li dijî terorê heta hetayê cezayê girtîgehê lê hat birîn. Em dibêjin ku ev rewş bi serê xwe ne hiqûqî ye. DMME’yê di biryara xwe ya di sala 2014’an de der barê birêz Abdullah Ocalan de sererast kir û diyar kir ku ev rewş mafê hêviyê binpê dike û ev rejîma înfazê ya giran binpêkirina ‘qedexekirina îşkenceyê’ ya di xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ye. Dîsa der barê vê de biryara DMME’yê ya Vinter v. ya Qiraliyeta Yekbûyî heye. DMME'yê di vê biryarê de nirxand ku divê statuya mehkûmiyetê piştî wextekê di ber çavan re bê derbaskirin û dema vê jî herî zêde 25 sal in." 

Şert mercên azadiyê çêbûne 

Sarsilmaz herî dawî got, “DMME'yê diyar kir ku ev heyam herî zêde 25 sal e. 25 sal derbas bûn û şert û mercan ji bo azadiya birêz Ocalan çêbûne." 

MA/STENBOL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.