Li her derê em ê deynin

Sêşem 15 Îlon 2020 - 23:00

  • Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner: Wan ne tenê lewhe, zimanê gelê Kurd daxistiye. Ew lewheyên ku wan daxistine em ê li ser çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin. Heta xebata me nebe bersiva êriş û qedexeyên li ser kurdî em nasekinin.

Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên Kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de got, ne tabela, zimanê kurdî hatiye daxistin: “Ew lewheyên ku wan daxistine em ê li ser çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin.”
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagirkiriye, li navçeya Wanê Ebexê, tabelayên bi Kurdî-Tirkî yên gelek gundan daxistin. Li şûna lewheyên bi Kurdî-Tirkî lewheyên tenê bi Tirkî hatin danîn. Li dijî daxistina van lewheyên bi Kurdî li ser medya civakî nerazîbûn hat nîşandan. Lê qeyûmê dagirker, li gorî dewleta xwe ya dagirker, karê xwe dewam dike. 
Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner li ser mijarê axivî. Soner, bi bîr xist ku ji 1930’î heta salên 1990’î dewletê zimanê Kurdî bi temamî qedexe kiribû û wiha peyivî: “Piştî ku di salên 90’î de têkoşîn xurt bû, dewlet mecbûr ma ku bi paş ve gavê biavêje. Qedexeya zimanê Kurdî hinekî sist kir. Lê dewletê ti carî di polîtîkayên xwe de qedexe ranekiriye. Ew lewheyên li Ebexe hatine daxistin, ne tenê lewhe ne. Wan zimanê gelê kurd daxistiye. Hewce ye em wisa lê binêrin. Ji bo tehlûkeya li ser zimanê me rabe, divê em xebatên xwe yên ziman bi pêş ve bibin. Bi xebatên xurtkirinê em dikarin encax bersiva wan bidin.”


Dewleta Tirk ji Kurdî ditirse

Soner bi bîr ịst ku delweta Tirk zimanan dikuje û niha jî 15 ziman hatine ber nemanê: "39 ziman li Tirkiyê û Kurdistanê tên axaftin, lê tehlûke li ser wan heye. Zimanên herî zêde tên axaftin Tirkî ye, pişt re jî Kurdî ye. Zimanekî ku 25 milyon mirov pê diaxivin, hem mafên wê asteng dikin hem jî bi ser de diçin. Nahêlin em jî xebata xwe bi rêvebibin. Sazî û dezgehên me digirin. Lewheyeke bi Kurdî heye, çavên wan bi wê jî bar nabin. Ji zimanê me ditirsin. Ji ber ku çand û zimanê Kurdî xurt e. Em ê zimanê xwe bi pêş bixin. Ew lewhayên wan daxistine, em ê li ser, çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin. Bila herkes vê baş zanibe."
 
Gelo zimanê navmalê Kurdî ye? 

Soner, bê zimanbûnê şiband bê welatbûnê û got, “Heke zimanê me tine be wê demê welatê me jî tine ye. Ji bo ku zimanê me tine nebe her Kurd ji xwe dipirse gelo? Em di mala xwe de bi zarokên xwe re Bi kurdî diaxivin? Bi der û cîranên xwe re bi Kurdî diaxivin? Di saziyan de em zorê dikin da ku bi Kurdî bê axaftin? Ji ber wê heta xebata me nebe bersiva êriş û qedexeyên li ser kurdî em nasekinin. Em dixwazin li ser televîzyonên Kurdan, li ku derê weşanê dike bila bike. Li ser Kurdî hefteyê carekê li ser ziman bernameyek bê çêkirin.”
Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner, nekirina rojev a zimanê xwe bi xwe weke kêmasiya herî mezin di biwara ziman de dibîne û dibêje, "Em zimanê xwe bikin rojeva xwe, wê demê kesên ku nizanin dê hîn bibin. Tinebûna ziman jî dê ji holê rabe. Li ser zimanê Kurdî tîpek, gotinek be jî ji holê rakin, em ê li dijî wê nerazîbûna xwe nîşan bidin û em nîşan didin jî."
Soner herî dawî ji bo serketina van hewldanan xwest, li dijî êrişên li ser Kurdî, sazî, dezgeh û partiyên siyasî xebateke hevbeş bikin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.