• “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” 

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê şevbihêrkek hunerî bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li taxa Şêx Meqsûd bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û endamên navenda çand û huner a Cemîl Horo, li dar xist. 

Şevbihêrk li navenda Hîlala Zêrîn a li taxa Şêx Meqsûd Şerqî ya bajarê Helebê bi rê ve çû. Cihê şevbihêrkê bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û ala tevgera Hîlala Zêrîn û alavên kevnar hat xemilandin.
 
‘Bi saya dayikan hatiye parastin’

Li ser navê tevgera Hîlala Zêrîn, Tizyal Mihemed got: “Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re bi dirûşma ‘Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ em vê rojê li jinan û li Rêber Apo, bi taybetî li jinên me yên têkoşer pîroz dikin. Armanca vê şevbihêrka me ya hunerî vejandina stranên berê ye yên ku bi saya dayikan hatiye parastin.” 

Her wiha li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê, Leyle Xalid jî got, “Jin jiyanê diafirînin xweşik û bedew dikin û diyarî mirovan dikin. Di dîroka mirovahiyê de her tim jin bûne serkêşên rastiyê û di hemû bûyeran de cihê xwe girtine û bê tirs mil dane hev, civak parastine.” 

Paşê koma kevneşopiyê, stranên xwe yên foloklorî pêşkêş kirin.  

JÎNHA/HELEB