
ARAT ARARAT
‘Resîtala Neteweyî’ ku wê di 19’ê Kanûnê de were lidarxistin, ew ê hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê bigîhîne hev. Hunermend wê ji bo yekîtiya neteweyî stranên xwe bibêjin.
Şeva ku wê li bajarê Kuppelsaalê bi navê ’Songs of Unitiy/Resîtala Neteweyî’ were lidarxistin de, hunermend Xêro Ebas, Yelda Ebasî, Mehmet Akbaş, Mehmet Atli, Azad Bedran, Çopî, Bermal Çem, Dodan, Bilind Îbrahîm, Şehrîbana Kurdî, Gulseven Medar û Hesen Şerîf wê derkevin ser dikê. Şeva ku tê de wê stranên ji her zaravayên Kurdî wêrin gotin, wê bibe yek ji çalakiyên ji bo yekîtî û piştgiriya çandî. Projeya orkestraya ku wê ji çar parçeyên Kurdistanê 12 hunermendên Kurd bigîhîne hev, weke porejeyeke bêhempa ya mîrasa dewlemend a mûzîka Kurdî bi asoyên berfireh ên mûzîka cîhanê digîhîne hev, tê pêşkêş kirin. Serkêşê orkestrayê Erdem Altinsese ku gelek amûrên mûzîkê bi hosteyê lêdide û di gelek projeyên navneteweyî de cih girtiye, şefê orkestrayê û edîtorê mûzîkê ye. Kesê ku konseptê ji aliyê hunerî û organîzasyonê ve jiyanî dike Kerem Çelîk e, derhênerê hunerî yê projeyê jî Mehmet Akbaş e. Dikarin ji ser lînka li jêr bigîhên bilêtên konserê.












