Li girtîgehan êşkence tê kirin

Şemî 30 Nîsan 2022 - 00:37

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya li ser lêkolîna li girtîgehan weşand û got, li girtîgehan êşkence tê kirin. ÎHD'ê got, "Girtî hewl didin xwe bikujin." 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD´ê ya Amedê, rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Girtigeha Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê û li Girtigeha Tîpa S a Îdirê, li avahiya xwe bi daxuyaniyekê parve kir. 

Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn da zanîn ku êşkence û mirinên biguman li girtîgehan zêde bûne: “Bi taybetî jî mafê tenduristiyê bi sedemên polîtîk tê astengkirin. Li girtîgehan kirinên keyfî dibin sedema mirina girtiyên nexweş.”

Piştre endamê Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, parêzer Ercan Yilmaz rapor xwend. Li gorî raporê, binpêkirinên derdikevin pêş ên li hepsên navbirî ev in:

- Êşkence û miameleya xirab li girtîgehan dewam dikin. Kesên ku van kirinan dikin nayên cezakirin û di heman demê de ev kes hêj jî li girtîgehan dixebitin.

 

Weşanên bi Kurdî naxin hepsan  

- Rêveberiyên girtîgehan nahêlin girtî rojname û kovarên bi Kurdî bigirin û bi awayekî keyfî weşanên Kurdî tên astengkirin.

- Navenda Çavdêriya Îdarî û Dabeşkirinê ji bo rewşa “baş” yan jî “nebaş” a girtiyan raporan amade dike, lê ev rapor bi sedem û îdîayên bêbingeh tên amadekirin. Ji ber vê sedemê jî gelek girtiyên ku divê bi kontrola edlî werin berdan, nikarin ji vî mafî sûdê wergirin.

- Dema girtî name û faksan ji sazî û şexsan re dişînin, rêveberiya girtîgehê agahiyê nade girtiyan bê ka ev name û faks gihiştine cihê xwe yan na. Her wiha girtiyan da zanîn ku zem li name û faksên wan hatiye kirin.

- Di dema lêgerîna qawîşan de, gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û girtî bi kiryarên derhiqûqî re rû bi rû dimînin. Hat tespîtkirin ku biryara qedexeya miameleya xerab hatiye binpêkirin.

- Di dema sewqkirina nexweşxaneyan û dermankirinê de cotkelemçe û lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin. 

- Girtiyên jin ragihandin ku rêveberiya girtîgehê pêdîviyên wan ên taybet ên wekî ‘ped’ bêpere nadin û di heman demê de li kantînan jî gelek biha ne.

- Li Girtigeha Tîpa S a Îdirê hin girtî hatine tecrîdkirin û lewma jî xwe kuştine. Herî dawî jî girtiyên bi navên Sezer Alan û Sînan Kaya xwe kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat pêşniyazkirin ku mafê kontrola edlî ji bo girtiyan hemûyan lê be. ÎHD´ê xwest Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisa Tirk têkildarî êşkence û miameleya xerab a li girtîgehan, lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, û bûyerên xwekuştinê yên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê jî bên lêpirsînkirin. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.