Li eyn Îsa 4 şehîd
Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:39
- Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa hewayî ya li dijî erebeyekê de li Eyn Îsayê, 4 endamên wan şehîd bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa hewayî ya li dijî erebeyekê de li Eyn Îsayê, 4 endamên wan şehîd bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgirtina erebeyekê li Eyn Îsayê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve, daxuyaniyek da û got, “Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Eyn Îsayê de 4 endamên hêzên me şehîd bûn.
Ji ber bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dubare yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me, êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Vê sibehê balafirên bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef. Di encamê de endamên me Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.
Ev êriş erka me ya parastina gelê me asteng nake, em ê di oxira wê de tiştên giranbiha feda bikin.”
Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm ebdî jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew ê parastina gelê xwe bi her berdêlê dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN