Li Elmanyayê Kurdî wê bikeve ber sekratê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 31 Kanûn 2020 - 05:57

  • Tahir Koçer: Di warê xebatên Kurdî de hem sazî û hem jî dêûbav divê hestiyartir bin. KON-MED ji bo kampanyayeke berfireh a ji bo li dibistanan fermîkirina Kurdî amade ye.

MURAT MANG
BIELEFELD

 

Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer, got, ji bo ku Kurdî li diasporayê bê parastin û belavkirin, divê tavilê zend û bend bên badan û tevî saziyên din ên Kurdistanî pêvajoyeke kampanyaya topyekun bê destpêkirin.

Beriya çendekê serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) Abdulkadir Ulumaskan û serokê Înstîtutuya Lêkolînên Kurdî li Elmanyayê Fevzi Özmen, gotibûn, bêhtirî milyonek Kurdî li Elmanyayê hene, zimanê Kurdî tevî vê li ber tehlûkeyeke mezin e. Wan gotibû, bi du-sê komeleyên di warê ziman de kar dikin, Kurd wê nikaribin xwe bidin ber barê “vê meseleya dêwane”. Wan hişyar kiribû ku bi vî rengî biçe Kurd wê li Elmanyayê di nava çend deh salan de zimanê xwe ji bîr bikin. 

Tenê 3 hezar xwendekar hene

Ev bêhtirî 50 salan e ku Kurd li Elmanyayê hene, lê tevî vê jî bi fermî beşeke bi serê xwe ji bo zimanê Kurdî li zanîngehên Elmanyayê nîne. Li gorî agahiyên YMK dide, li 16 eyaletên Elmanyayê tenê li pêncan derfet û destûra fermî ya dersdayîna Kurdî li dibistanan heye. Ev jî, NRW, Bremen, Niedersachsen, Rheinland-Pfalz û Berlîn in. Li van eyaletan jî tenê li 15 bajaran li dibistanan dersa zimanê Kurdî tên dayîn: Hannover, Bremen, Herne, Mainz, Berlîn, Dortmund, Koln, Leverkusen, Oberhausen, Duisburg, Bielefeld, Herford, Essen, Wesel û Hamm. Li temamê Elmanyayê 28 mamoste li 50 dibistanan dersên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî tên dayîn û bi temamê 3 hezar şagirt ji sinifa 1 heta ya 10’an dikevin dersên Kurdî.

Nifûs pirr şagirt kêm in

Ev nifûsa zêde ya Kurdan û elaqeya kêm a ji dersê Kurdî re eşkere ye. Ji ber wê jî em bi Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED´ê) Tahir Koçer re peyivîn. KON-MED rêxistina herî mezin a sîwan a Kurdan e li Elmanyayê. Koçer got, ew jî tevlî hişyarkirinên elaqedarî tehlûkeya li ber zimanê Kurdî dibin, û saziyên di bin sîwana wan de û yên din ên Kurdên diasporayê jî bi rola xwe heta niha nekarîne rabin. Tahir Koçer, “Kurdî êdî hindik maye ne zimanê nifşên nû be. Tişta herî muhim a ku Kurd divê girîngiyê pê bidin ew e ku veguhestina ziman a ji nifşekî ber bi nifşê din ve qut nebe. Heger destwerdanek nebe, ev ê biçe jibîrkirina Kurdî.”

Tenê li 14 navendên wan kursên Kurdî hene  

Tahir Koçer rexne li xwe û saziyên xwe kirin di warê parastin, bikaranîn û belavkirina Kurdî de û got, tenê li hin NCDK’yan dersên Kurdî ji bo zarok û mezinan hene. Li 71 bajarên Elmanyayê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên ser bi KON-MED’ê hene. Tahir Koçer kêmasiya di vê mijarê de wiha îfade dike: “Kêm jî be, heta bi pêvajoya pandemiyê li bajarên Darmstadt, Saarbrücken, Giessen, Reutlingen, Bremerhafen, Hannover, Lehrte, Essen, Osnabrück, Dortmund, Wuppertal, Euskirchen û Heilbronnê bi giştî li 12 navendên me dersên Kurdî dihatin dayîn. Li Bielefeldê jî li IBZ’yê ders dihatin dayîn.” Koçer got, haya wan jê heye ku ev kêm e û armanca wan ew e ku li navendên wan kursên Kurdî bên zêdekirin.”

Dersên di ser youtube re

Tahir Koçer got, ew peywendiyê datînin bi saziyên ziman ên Kurdî re da ku projeyên dersdayîna di ser youtube re bi pêş bixin: “Xebatên bi vî rengî wê bikin ku Kurdên diasporayê bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Cihê bernameyên teşwîkkirina Kurdî di medya civakî de wê muhim be.”

Erka me hemûyan e

Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer got, “Ji bi ku Kurdî li tevahiya Elmanyayê li dibistanan bê qebûlkirin û mafên bidestketî bên bikaranîn, erk û berpirsiyarî dikeve stûyê tevahiya navendên me.” Wî bi bîr xist ku di civîna desteya KON-MED´ê ya nîvsalê ya Îlona bihurî de wan li ser vê mijarê biryarên girtine û wiha dewam kir: “Di bin banê federasyonên ser bi KON-MED´ê de  Berdevkiya Zimanê Kurdî hat avakirin. Hem ji bo ku derfetên li eyaletên din û bajarên din jî dersên Kurdî bên dayîn û hem jî ji bo ku li eyaletên li wan dersên Kurdî hene, ev derfet bên bipêşxistin, bi pêşengiya saziyên elaqedar ên weke YMK û Înstîtuya Kurdî pêdivî bi kampanyayeke taybet heye. Ji bo vê jî divê em li bajarên Kurdî fermî li dibistanan ders e, xebateke seferberiyê bi rê ve bibin da ku em bikin miletê me zarokên xwe bişîne van dersan. Ev ji erkên herî muhim e ku di serî de federasyon tevahiya navendên me û meclîsên me bi hestiyarî nêzîkî vê meseleyê bibin. Bi rêya rojnameya we jî em hazir in ku bi beşdariya tevahiya saziyên Kurdistanî, bi ruhê seferberiyê kampanyeyekê bidin destpêkirin ji bo bikaranîna Kurdî, li dibistanan belavkirina Kurdî û qeydkirina şagirtan li dersan.”

Kurdî li pêş bigirin

Tahir Koçer got, miletê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkeve, ziman di her warî de bi kar bîne da ku bibe mertalek li dijî siyasetên asîmîlasyonê. 

Wî xwest têkoşîna ji bo parastin û belavkirina Kurdî neyê paşvexistin û zimanê Kurdî ji bo kurdan weke meseleya man û nemanê bi nav kir. Wî xwest li tevahiya welatên Kurd lê ne bi navê Saziya Lêkolîna Ziman û Dîroka Kurdî damezrînin û xebatên lazim jî bidin destpêkirin.

Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer herî dawî bi bîr xist ku saziyên wan xwedî derfetên gelekî mezin in û wiha dewam kir: “NCDK, saziyên me yên çapemeniyê, saziyên çandê û siyasî hene. Ev sazî divê qet nebe di jiyanan rojane de Kurdî li pêş bigirin.” 

Dêûbav divê bixwazin

Tahir Koçer ji bo zêdekirina dersên Kurdî li dibistanan jî bang li dêûbavên Kurd kir: “Divê li dibistanan dêûbav doza Kurdî weke dersa bijarte bikin.” Koçer rexne li ser vê mijarê jî li xwe girt û got, komele di vê mijarê de jî kêm dimînin: “Tevî ku bi dehan mamosteyên dikarin dersên Kurdî bidin hene jî, em nikarin îstîxdamê ji bo van mamosteyan peyda bikin. Komeleyên me di vî warî de divê malbatan bêhtir teşwîq bikin. Divê hewldanên ji bo belavkirina dersên kurdî li dibistanan hebin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.