- Kurtefilmeke li ser Sûrî û Rojava li Elmanyayê tê çêkirin.
Kurtefilmeke li ser Sûrî û Rojava li Elmanyayê tê girtin, li hewşeke maleke li ber hilweşînê ya li Ettlingenê. Film li ser keçeke serhildêr a bi navê Eyşa ya li Efrînê ye.
Nivîskarê senaryoyê û derhênerê sînemayê Cengiz Akaygun ji bo dîmenên filma xwe lê bigire li cihekî guncaw digeriya. Wî bi înternetê anons da û got, ew li xirbeyekê digere ji bo ku dîmenên filmekî lê bigire û Siegbert Masino jî beriya bi çend heyvan bersiv da wî. Şirketa Masino li Ettlingenê xanî hildiweşandin.
Cengiz Akaygun bi xwe Kurdek e ku li Stuttgartê hatiye dinê. Filma dixwaze çêke li ser Rojava ye. Piştî ku bi xwediyê xênî re jî li hev kir, wî dest bi girtina dîmenên filmê kiriye.
Kurtefilma Akaygun a bi navê Dara Mandelînan li 20 festîvalên navneteweyî hatibû nîşandan. Wî belgefilma xwe ya pêşî jî li Amedê li ser nasnameya xwendekarên Kurd çêkiribû. Filma Cengiz Akaygun a niha sêwirandî ye, jineke çarşev lê Eyşa 10 salî û xwişka wê ya 9 salî bi xwendina Quranê îmtihan dike. Eyşa li ber radibe.
Cengiz plan dike ku filma xwe Çileyê 2021ʼê biqedîne. Ew di heman demê de li ser filmeke metraj dirêj kar dike ku a bi navê "5 kevir" ku niha ew senaryoyayî wî dinivîse, ew ê derhêneriya vê filmê jî bike û plan dike filmê sala 2022ʼyan biqedîne.
STUTTGART