Li dijî Tecrîdê diçin Ewrûpayê

În 13 Çile 2023 - 00:23

  • Inîsiyatîfa NÛN dixwaze meha bê biçe serdana CPT`ê da ku CPT çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, daxuyaniyeke zelal li ser tiştên di hepsa Îmraliyê de rû didin, pêşkêş bike.

Têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û reftarên CPT`yê di doza wî de, koordînator û berdevka 'Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman ji ANHA’yê re axivî. 

Sewsen Şoman derbarê serdana CPT'ê ya girtîgeha Îmraliyê û redkirina hevdîtinê ya Rêber Abdullah Ocalan de got, “Di siyaseta heyî ya cîhanê de, Komploya Navneteweyî ne nû ye. Hêzên mezin hegemon in û siyaseteke dualî dimeşînin. Helwêsta dawî ya CPT`ê gelek pirsnîşanan li dora pêbawerî û zelaliya rapora wê çêdike, wê di Adara bê de belav bike. Gelo çawa komîteyeke mirovî dikare raporeke objektîf li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan amade bike; ji bo vê serdanê hate gotin Ocalêan hevdîtin red kiriye. Bicihneanîna erka mirovî û qanûnî vê pirsê dide pêş; gelo binpêkirinên vê komîteyê rapor kirine, çi ne? Wek aliyekî piştevanê mafên mirovan gelo komîteyê ti girtek li hemberî van binpêkirinan nivîsandiye ya na? Bersiv diyar e. Dibe ku ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina bi komîteyê re red kiribe.” 

 

CPT baweriyê ji dest dide

Sewsen Şoman derbarê bêdengiya CPT'ê ya derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de jî got; “Me berê jî bi bîr xist ku ev paşguhkirin eşkere ye, guman tê de nîne. Xetera bêdengiyê jî ji xetera tevlîbûnê û binpêkirinê ne kêmtir e. Ev têrê dike ku ev komîte baweriya raya giştî ji dest bide. Em dikarin ji CPT`ê bipirsin; gelo heger ev armanc pêk neanî, sûda komîteyên wiha çi ye?”

 

Divê CPT daxuyaniyekê bide

Sewsen Şoman derbarê erkên înîsiyatîfê de jî axivî û got; “Wek înîsiyatîfeke jinan ku li Beyrûtê ava bûye, ji bo vê armancê em gavên cidî û qanûnî diavêjin. Tevî înîsiyatîfên Erebî yên din, em ê vê mehê biçin serdana Parlamena Ewrûpayê da ku rewşa Ocalan û binpêkirinên qanûnî nîqaş bikin. Em ê biçin serdana CPT`ê da ku çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, daxuyaniyeke zelal li ser tiştên di hepsa Îmraliyê de rû didin, pêşkêş bike. 

 

Înîsiyatîfa me berfireh dibe

Sewsen Şoman derbarê xebatên xwe de jî got; “Erê rast e, înîsiyatîf fireh bû û tê de jinên gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê hene. Jinên çalakvanên siyasî û hiqûqî ji Iraq, Lubnan, Misir, Urdun, Sûriye, Filistîn, Lîbya, Mexrib, Yemenê û gelek dewletên din in. Wan bawerî bi vê dozê anî û di bin navê Nûn de li dora vê fikrê kom bûn. Jinên dewletên Ereb hemûyan bi erênî ev fikir nirxand û wek fikrekî xilaskerê herêma Rojhilata Navîn tevde, fikrekî navneteweyî ye, ne tenê yê Kurdan lê belê yê mirovên azadîxwaz hemûyan e yên ku ji azadî û rûmeta mirovahiyê bawer dikin.

Em hewl didin ku kongreyekê bi tevlîbûna jinan ên tevahiya dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê li dar bixin. Her wiha em ê di boneyan de daxuyaniyan bidin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser medyaya dijîtal belav bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

qutîîîîîî

 

 

 

Cezayekî din ê qaşo dîsîplînê

 

Li Rêber Abdullah Ocalan, careke din 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re hate birrîn.

Ev zêdeyî 21 mehan e ku bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û malbata wî bi rêk û pêk ji bo hevdîtinê miracaet dikin, lê belê bi hinceta 'cezayê dsîplînê' û 'qedexeya hevdîtinê' miracaet têne redkirin.

Herî dawî di 9’ê Îlona 2022’yan de 'cezayê dsîplînê' li Ocalan û girtiyên din hatibû birrîn û di 9'ê Kanûna 2022'yan de ev ceza qediyabû. 

Piştî ku ceza qediya, parêzeran di 15 û 23'ê Kanûna 2022'yan û 3'yê Çileyê 2023'yan de 3 caran hem miracaetî girtîgehê hem jî dozgeriyê kir, lê belê miracaet bêencam man.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihandiye ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev ceza di 4'ê Çile de hatiye birrîn. Dadgeriyê hinceta qedexeyê jî wek 'cezayê dsîplînê' nîşan da. Lê belê li ser sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin.

Parêzerên Ocalan û her sê girtiyên din 10'ê Çile li ber biryara rabûn, lê dadgeha Tirk heman rojê ev îtîraz red kir.

Parêzeran ragihand ku ew ê miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.