Li dijî talana goran

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Sibat 2022 - 22:00

  • Li dijî talankirina goran a bi destê dagirkerên Ewrûpî, Çînçayên sedsala 16´an ên li Emerîka Latîn stûna pişta miriyên xwe bi qamîşan bi hev ve kiriye.

Tişta ku Ewrûpiyan sedsala 16’an bi xwe re bire Emerîkayê ne tenê dagirkerî, nexweşî û mirin bû. Tişta wan kir, nexasim jî bêhediya talankeriya wan tesîreke xirabtir jî li ser civakên deverê yên xwecihî kir. Cenazeyên miriyên miletê Çînça yê li başûrê Perûya îro yên qederê 500 salî jî vê yekê nîşan didin. Bifikirin, hestûyên miriyan tên dîtin û em dibînin ku qamîşek, darikek di darê wan ê piştê re hatiye birin. Komeke lêkolerên arkeolojiyê, ne yek û ne didu, tam 192 bermahiyên cenazeyên wê demê yên wisa dîtine. Serê pêşî li rîtuline elaqedarî veşartina miriyan fikirîbin jî, rastiyê xwe zû bi wan daye hîskirin: Ev tevdîrek bû.

Lê tevdîra çi? Xweş tê zanîn ku Ewrûpiyên hingê Emerîka Latîn dagir kirin, her tişta miletên xwecihî talan kir. Di nava her tiştî de gor û cenaze jî hebûn. Wan tekstîlên -weke kefen- ku cenaze bi hev ve digirtin, diqetandin û li zêr, zîv û tiştên bi qîmet digeriyan. Piştre jî ew cenaze ji hev de diket, ji ber ku tekstîlên ew li wan pêçayî êdî ew bi hev ve nedigirtin. Xelkê xwecihî jî weke tevdîra parastina yekerebûna van cenazeyan, qamîşek, darikek dixist stûna piştê miriyên ku kiras û kefenên wan ji bo talanê hatine parçekirin, da ku hestûyên ji derbahevketî dîsa yekere bin. 

Yanî esas bi talankirina miriyan, wan aramiya zindiyan a piştî şînê jî talan dikir.  

Bi qamîş û darikan yekparebûn parastin

Ji Zanîngeha East Anglia, Dr. Jacob Bongers encamên lêkolînê di kovara Antiquity de weşandin. Ew dibêje, “Fikr ew e ku gava ku Ewrûpiyan talan dikir, lazim bû ew li bin van paçên li ser van laşan binihêrin, û bi vî rengî ew van paçan diqetînin, ji laşan dikin û zêr û zîv derdixin û cenaze jî ji hev de dikevin.”

Piştre jî li gorî wî xelkê Çînça tên heman cihî: “Gava cenazeyên ji hev de ketî dibînin, hewl didin wan bi hev ve bikin.”

Gava ku Ewrûpiyan, xasma dagirkerên li ser navê Meliktiya Spanyayê tên deverê, serjimara Çînçayan herî kêm 30 hezar e. Li gorî dagirkerên Spanî behsa wan dikin, ew xweşhal in û bi bazirganiya xwe ya bi keştiyan jî navdar bûne. 

Ne yek lê 192

Lêkoleran pêşî sala 2013´an li goristana li Geliyê Çînça ev cenazeyên bi qamîşekî, darikekî bi hev ve hatine kirin dîtine. Meliktiya Çînça jî bi xurtî darîçav bûbû li vî geliyî. Împeretoriya Înkayan paşê di sedsala 15´an de wê welatê wan li Împeretoriya xwe zêde bikira. 

Axir, Bongers û hevalên wî pêşî difikirin ku talankeran wiha li cenazeyan kiribe. Lê piştre gava ew 192 cenazeyên bi heman rengî hestûyên stûna piştê bi hev ve kirî dibînin, li ser vê serê xwe bêhtir diêşînin. Heta ku têkiliyekê di navbera wan û paç û kefenên qetandî de datînin. Hingê jî bi ser ve dibin ku mesele ew e ku xelkê piştî talanê hewldaye yekparebûna cenazeyên miriyên xwe biparêze û ew jî tevdîra wan bûye. Ev cenaze hemû li goristanên mezin ên bi navê çulpa hatine dîtin. Cenazeyên mezinan û ciwanan bi vî rengî hatine parastin. 

Mirin ji bo wan ne dawî bû

Lêkolînên bi radyokarbonê jî piştrast dikin ku hestû yên kesên di navbera 1520 û 1550´î de mirî ne û qamîş û darikên ji bo bi hev ve kirina wan jî ji 1550´î heta 1590´î hatine berhevkirin. Ev jî wê teza talanê û piştî talanê bihevvekirina stûna pişta cenaze piştrast dike. Lewma ev qamîş û darik teqrîben ji wê demê ne ku Ewrûpiyên gornebaş û talanker xwe gihandine Çînçayê. 

Wekî din hestûyên stûna piştê gelek caran ne li gorî rêza anatomîk e. Yanî gava ew li qamîş yan jî darik hatine rêzkirin, ew ji mîj ji hev de ketine.

Destwerdana xelkê xwecihî piştî talankirina gorên miriyên wan bûye.    

Jiyan li nava gelek civakan û her wiha li cem Çînçayan bi mirinê dawî nebûye. Ev parastina cenaze jî miameleya wan bi mirinê re nîşan dide: Mirin ne dawî ye. 

Çawa ku Bongers dibêje, Kolonyalîzma Ewrûpî xelkê xwecihî ji wê yekê dûr nagire ku miameleya xwe bi mirinê re dewam bike. Lê belê ev tevdîr bi serê xwe jî nîşan dide ka tesîreke çiqasî trawmatîk li civakê hemûyî kiriye. 

Fikra ku ev parçeyek ji rîtuelên Çiyayên Andê yên miriyan be hîna ji beriya destwerdana dagirkeriya Spanî, bi wê yekê lawaz dibe ku ev cenazeyên hanê hemû jî paçên wan hatine qetandin û nîşanên destwerdaneke ji derve nîşan didin.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.