• Li Darmstadtê bi hevkariya gelek rêxistinên civaka sivîl û Înstîtuya Pedagojiyê ya Zanîngeha Teknîk a Darmstadtê, ji bo agahdarkirin û hestiyarkirina beramberî nijadperestiya antîroman pêşangehek hat vekirin.

Pêşangeha gerok a bi navê “Der Weg der Sinti Roma (Rêya Cengene û Romanan)” ji bo ku di warê nijadperestiya antîroman de hestiyar bike, konê xwe li bajarê Elmanyayê Darmstadtê jî veda. Pêşangeh bi hevkariya Komeleya Jinên Kurd Rozayê jî karî bê Darmstadtê. Pêşangeha 23´ê Mijdarê hat vekirin heta yekşemê (29.11.2020) bi dawî dibe.

Pêşangeha gerok a Rêya Cengene û Romanan ji bo ku di warê nijadperestiya antîroman de hestiyar bike, li gelek bajarên Elmanyayê tê nîşandan.

Li avahiya Komeleya jinan Rozayê

Komeleya Jinên Kurd Roza jî mekanê xwe ji wan re vekiriye. Ji 23´yê mehê ve pêşangeha wêne û agahdariyên li ser nijadperestiya antîroman li mekanê vê komeleya Kurd ê li Studienstrasse tên nîşandan. Pêşangeh şemî û yekşemê jî wê heta saet 17´an vekirîbe. Yên ku pêşangehê organîze dikin, dixwazin balê bibin ser encam û tesîra antîromaniyê, dîroka wê û îroya wê. Wekî din Zanîngeha Teknîk a Darmstadtê, Komeleya Sinti û Roma ya Hessenê jî piştgiriya pêşangehê dikin.

Înîsiatorên projeyê li Darmstadtê Înstîtuya Pedagojiya Giştî û ya Pîşeyî ye. Ew dibêjin, nijadperestiya ku wan bawer dikir êdî di nava civakên vê sedsalê de cihê wê nîne, ketiye nava parlamenên gelek welatên Ewrûpî û Elmanyayê jî. Ew dixwazin bi projeyê xebata li dijî nijadperestiyê û nexasim jî xebatên perwerdeyê, bi hev re organîze bikin.

Ji bo pêşhukman bixin ber lêpirsînê

Armanca vê pêşangehê her wiha ew e ku bi hevkariya civaka sivîl, xwendekarên pedagojiyê di warê nijadperestiyê û pirrengiya civakî de hestiyar bike. Hayê organîzatorên jê heye ku di zanîngehan de jî rêjeya mirovên ne Elman û yên serpêhatiyeke wan a koçberiyê heye, kêm e. Înstîtu Wekî din dibêje, zanîngeh hem ji ber vê û hem jî ji ber îndoktrînasyona xwe nijadperestiyê û bêedaletiya civakî ji nû ve û sereqet hildiberînin. Yanî ew bi vê pêşangehê dixwaze ji bo nîqaşekê zemînekî ava bike û pêşhukmên heyî jî dixe ber lêpirsînê.

Divê mamoste bên serwextkirin

Ji Yekîtiya Sîntî û Romayan a Eyaleta Hessenê, Ina Hammel difikire ku hevkarî gelekî bi qîmet e. Ew bi bîr dixe ku endamên civaka wan li dibistanan jî dibin mexdûrê cihêkariyê. Weke heqaret ji wan re tê gotin, “cengene”. Lê ne tenê li dibistanê, di hin kitêbên dersê de jî, ji ber wê ew dibêje, “Ji ber vê divê em mamosteyan jî li gorî vê perwerde û serwext bikin.”

DARMSTADT