Nijadprestan li Berlînê êrişî Kurdan kir

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 02:06

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Li navenda qebûla penaberan a li navçeya Tegel a ser bi Berlînê, êrişeke nijadperest li dijî Kurdan hat kirin. Ji penaberên Kurd Evren Çîçek got, “Me zêhniyeta organîzebûyî ya DAIŞ´ê li Elmanyayê dît, hate serê me. Tenê xebatkarên ewlekariyê muxateb in, lê wan xwe li êrişê ker û korr kir, wan jî êriş kir û em lînç kirin.”

Li navedna ji bo penaberan a li Tegel a Berlînê, Komeke bi zêhniyeta DAIŞ´ê 25´ê Mijdarê bi ser penaberên Kurd de meşiyan û wan got, “Kurdên kafir, em ê serê we jê kin, em Kurdan naxwazin”. Di vê êrişa li ber gotinên nijadperestiyê de 6 penaberên Kurd birîndar bûn. Di dema êrişê de xebatkarên ewlehiyê yên Ereb jî êrişî penaberên Kurd kirin. li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pirraniya êrişkarên nijadperest welatiyên Sûrî û Iraqê ne.

Qederê 300 Kurdên li navendê, tevî serma û seqemê jî şeva xwe li derve bihurandin, ew di konekî cihê de hatin bicihkirin û dor li wan hat girtin. Xebatkarên ewlehiyê yên Ereb gef li wan xwarin ku ew ê bang li polês bikin, û wan bidin dersînorkirin. Heta kêliya me nûçe amade dikir jî, ji derve destûr nedihat dayîn kesek bikeve navenda qebûla penaberan. Destûra parêzeran jî nehat dayîn bikevin hundirê wargehê. Me karî bi Kurdên birîndar re bi awayekî sînordar bipeyivin, yên ku piştî dermankirinê vegerandin navendê. 

 

Xebatkarên ewlehiyê jî êriş kirin

Yek ji mexdûrên êrişî Cem Urun ê 33 salî yê ji Dêrsimê ye. Wî got, “Saet piştî nîvê şevê 1´ê komek penaberên Ereb, hevalên me yên di xew de aciz kirin. Me jî ew hişyar kirin da ku hevalên me aciz nekin. Wan bi gotinên nijadperestiyê bersiv da û xwestin me lînç bikin. Heta bû berê sibehê 5-6 caran eynî mesele hat serê me. Heta, gava me xwest em malbatan derxin derve xwestin me lînç bikin. Xebatkarên Ereb ên ewlehiyê dengê xwe ji vê re nekirin, heta ew jî tevlî êrişa lînçê bûn. 
Em neçar man bi wan kesan re di hemam mekanî de bimînin yên ku bi gotinên ‘Em ê serê we jêkin’ gef li me xwarin. Em li ber vê rabûn, lê me tiştek bi dest nexist. Ew xebatkarên ewlehiyê yên Ereb, hê jî li navendê kar dikin. Muxatebekî me nîne. Gava em dibêjin, em dixwazin têkiliyê bi polês re deynin, dibêjin, hûn ê bên dersînorkirin.”

 

Jinan tacîz dikin

Evren Çiçek ê ji Gumguma Mûşê yê 42 salî jî got, “Ji dora xwarinê heta bi li mekanên me yên jiyanê timî zextê li me dikin. Heta jinan tacîz dikin, me şahidî li vê kir. Me gelek caran gilî kir, me rêxistinên civaka sivîk agahdar kirin, lê ti encam me bi dest nexist. Herî dawî jî em lînç kirin. Gava êriş dikirin gotinên nijadperestiyê jî digotin: Ji Kurdan re mirin, Kurdên kafir! Li dijî vê muxatebê me xebatkarên ewlehiyê ne, lê wan xwe kerr û kor kir li êrişê, wan jî êriş kir, em lînç kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.