Elmanyayê ji faşîzmê re got "Na!"

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Çile 2024 - 10:45

Li Elmanyayê bi sed hezaran mirov roja Yekşemê li dijî rastgiriya radîkal û demokrasiyê xwe berdane kuçe û kolonan û çalakî kirin. Protestoya li Mûnîhê ku li gorî komîteya amadekar 250 hezar kes tevlê bûn, bi sedema ku ewlehiya çalakgeran nehatiye mîsogerkirin ji bêgavî hate betalkirin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê li ber Parlamentoya Federal, Brandenburger Torê mîtîngeke mezin hate kirin. Li gorî organîzatorên mîtîngê 350 hezar kes kom bûn û siyaseta faşîst a AfD’ê şermezar kirin. Mîtînga ku li gorî polîsên Elman 100 hezar kes hazir bûn, saet 16:00’an dest pê kir.

Partiyên siyasî yên Elman, Frîdays for Future, sendîkayan û rêxistinên civaka sivîl bi hev re, bi dirûşma, ‘Parastina Demokrastiyê: Li dijî rastgiriyê bi hev re‘ banga protestoyê kiribûn. Mîtînga ku yek ji mîtînga herî mezin bû di dîroka Elmanan de, saet 18:00’an bidawî bû.

Li Kolnê ji 50’î zêdetir partî, rêxistin û însîyatîvî tifaq danî û ji Deutzer Werftê ber bi navenda bajêr ve meşek li dar xistin.

Li bajarê Bremenê jî bi hezaran kes beriya mîtînga ‘‘Laut gegen Rechts‘‘ê ku saet 12:00’an dest pê kirî, li navenda bajêr kom bûn. Li gorî komîteya amadekar a mîtîngê ya bi dirûşma,‘‘Laut Gegen Rechts‘‘ê 50 hezar kes hazir bûne. Li mîtînga li Bremen Markplatzê partiya nîjatperest AfD hate şermezarkirin, Piştî mîtîngê girseyê li ber stranan dans kir û govend gerand, ku di nav stranan de bi Kurmancî Newroz Cejna Kurdan jî hebû.

Li Frankfurtê jî 35 hezar kes li dijî AfD‘ê ber bi navenda fînansê ve meşiyan. Her wiha li Hannoverê jî bi  girseyeke mezin li dijî rastgiriya tundrew çalakî hate kirin. Postera bi nivîsa, ‚‘Nazî derkevin‘ hate rakirin.

Li Freiburgê 25 hezar bi dirûşma ‚‘‘Bi yekîtî demokrasiyê geş bikin û biparêzin‘‘ meşiyan. Her wiha li bajarên Stuttgart, Dresden, Saarbrucken, Flensburg, Goetttingen, Cottbûsê bi 10 hezarn kes bi dirûşma,‘‘Li dijî faşîzmê mil bi mil‘‘ meşiyan.

Li Braunschweig, Erfurt, Kasselê jî û li gelek bajarokên biçûk bi heman çarçoweyê çalakî hatin kirin.

Ji roja Înê heta bi Yekşemê Berlîn jî di nav de li Elmanya li 100 cihî çalakî, xwepêşandan û mîtîng hatin kirin. Li groî polîsan li tevahiya welêt bi qasî 800 hezarî kes derketine kuçe û kolonan.

Siyasetmedar, dêr û antrenorên Bundeslîgayê li dijî AfD’ê banga rabûnê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.