Elman li dijî AfD!

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 18 Çile 2024 - 15:35

Li gelek bajarên Elmanyayê li dijî AfD‘ê û rastgiriya tundraw xwepêşandan hatin kirin û di xwepêşandanan de hate xwestin ku AfD were qedexekirin.

Piştî ku plana hin siyasetvanên AfD’ê ya derheqê dersînorkirina koçberan a ji Elmanyayê de derkete holê, gel bi protestoyan helwêsta xwe nîşan dide.

Piştî protestoyên li Berlîn û Leipzigê li tevahiya Elmanyayê bi deh hezaran mirov êvara sêşemê li dijî AfD’ê xwe berdane nava kuçe û kolanan.

Li Kolnê, di protestoyan de 30 hezar mirov hazir bûn û di protestoyê de bi nivîsên li ser pankartan hate xwestin ku AfD were qedexekirin. Di çalakiyên protestoyî de li gel alîgirên sosyalîst, komên Xiristiyan û gelek xwendekar jî hazir bûn.

Di xwepêşandana girseyî de bi dirûşmeyan hate gotin, ‘‘Em rengîn in!”, ‘‘Em ji vê zêdetir in!”, “AfD-pêşenga faşîzmê”, ‘‘Di berdêla penaberan de wê nîjanperestan bidin.”
Her wiha li Hannoverê jî 8 hezar û 500 kes li dijî AfD’ê meşiyan. Girseya xwepêşander bi dengekî bilind got, ‚‘‘Ceynika Hannoveriyan hemûyan ji AfD’ê diare.”

Li Schwerîn, Wurzburgê jî bi hezaran kes hatin cem hev. Li Wurzburgê Jusos, Ciwanên Hêşînîparêz, Ciwanên Çepgir û komên deveran ên DGB’ê (Konfederasyona Sendîkayên Elman) li dijî siyaseta rastgir banga xwepêşandanê kirin. Meşê ji stasyona navendî ya trênê ya Wurzburgê heta bi Oberer Marktê dewam kir. Xwepêşanderan got, daxwaza wan a sereke ew e ku AfD were qedexekirin.

Duşemê êvarî li Essenê 7 hezar kesî li dijî AfD’ê çalakiyek kiribû û li dijî siyaseta rastgiriya radîkal banga piştevaniyê kiribû.

Tê payîn li Elmanyayê vê hefteyê çalakî bidomin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.